Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye 2021-06-06 09:00:58   ENQERE - Buse Uçer, ji ber ku xwedî li Peymana Stenbolê derket doz lê hat vekirin got: "Dê kesên ku ser mirina Îpek Erê digirin bên darizandin." Rojnamevan Eylem Akdag jî got: "Heya ku pênasekirina sûc ji bo kiryaran neyê pêk neyê û tam neyên cezakirin dê nûçeyên me bidomin."    Danişîna ewil a 33 jinên ku li ber biryara fesixkirina Peymana Stenbolê rabûn û derbarê wan de doz hat vekirin, sibê ye. Yek ji van kesan jî nûçegihana ajansa me Eylem Akdag e.   Danişîn dê sibê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 28'an a Enqereyê bê lidarxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku her 33 jin bi hinceta "li ber qanûna jimare 2911'an rabûne" ji salekê heya 3 salan bên cezakirin.    Bûse Uçer û Endama Platforma Jinan a Enqereyê û rojnamevan Eylem Akdag ku derbarê wan de doz hatiye vekirin, beriya danişînê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.    Bûse Uçer, diyar kir ku doz li tevahiya jinan hatiye vekirin û got: "Îqtidar ji ber ku ji jinan ditirse ev doz vekiriye. Di vê dozê de tenê ne 33 jin, bi milyonan jin tên darizandin."   EDALETA MÊR    Uçer ku got "Peymana Stenbolê nayê darizandin", destnîşan kir ku ya ku divê bê darizandin îqtidara AKP'ê ye. Uçer got: "A ku divê bê darizandin îqtidara AKP'ê ye ku dijminatiya jinan dike û jinen dike qurbanê cinayetên kiryar nediyar. Di vê dozê de yên divê bên darizandin kesên ku ser mirina Îpek Erê digirin, kesên mirina Nadarî Kadîrovayê wekî întiharê didin der û Parlementerê AKP'î Şîrîn Unal diparêzin û bûne sebeba mirina Yeldayê. Dê ev kes li ber dîrokê bên darizandin."    Uçer, diyar kir ku ew ê bi xweparastinê li hemberî kesên li dijî wan şer dikin rabin û got: "Edalet mêr û serokomarê 12'emîn li bara jinan tê darizandin."    BANGAWAZÎ   Uçer, bang li hemû jinan kir ku xwedî li vê dozê derkevin û got: "Dengê me li kuçeyan olan dide. Em ê bidomînin. Em ê li dijî êrîşan îsyan û têkoşîna xwe bilind bikin. Em natirsin, li ber xwe didin."   PARASTIN    Endama Platforma Jinan Hande Kose jî, anî ziman ku 33 jin ji ber ku mafên xwe û jiyana xwe parastine tên darizandin û got: "Dewlet ji dêvla parastina jinan, kujerên jinan wêrek dike û dixwaze jinên mafên xwe diparêzin bidarizîne. Me li her derê got, em ê tim bibêjin. Dê nikaribin têkoşîna jinê bidarizînin. Parastina Peymana Stenbolê ne sûc e."    JIN BIHÊZ IN    Kose, destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê doza piştgirî ji bo doza wan heye û got: "Ji bo vê me pêwendî bi tevahiya rêxistinên jinan û platformên herêmî re danîn. Her wiha em bang li jinên ku nikarin di 7'ê Hezîranê de bên hêwana edliyeyê jî dikin û dibêjin, cihê xwe bikin qada çalakiya 'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.' Em baş dizanin ku em jin gava bi hev re bin, bihêz in û gava em bi hev re bin em ê bi ser bikevin."    BÊCEZATΠ   Rojnamevan Eylem Akdag ku dema daxuyaniyên jinan dişopand derbarê wê de doz hat vekirin, bibîr xist ku ji roja ku peyman bûye hedef heya niha jinan dev ji çalakiyên xwe û gotina xwe bernedaye. Akdag got: "Li Enqereyê jî jinan her roj dengê xwe bilind kir. 33 jin ji ber ku doza mafên xwe yên jiyanê kirin û parastin hatin binçavkirin û niha jî dê bên darizandin. Bi sedan kujerên jinan li derve ne. Ev yek nayê qebûlkirin."   Akdag, anî ziman ku li Tirkiyeyê li her derî polîtîkayên bêcezatiyê hene.    ROJNAMEVANÎ NAYÊ DARIZANDIN   Akdag, diyar kir ku kesên tahdeyê û tecawizê dikin nayên cezakirin, lê rojnamevanên vê tahdeyê dikin nûçe tên darizandin. Akdag, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got: "Li qadê di dema şopandina nûçeyan de em tim bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, lê em ê qadê ji feraseta baviksalariyê re nehêlin."    Akdag, anî ziman ku bi qasî ku di çapemeniyê de dertê rojê 4 jin tên kuştin û got: "Daxwaza ji bo darizandina kiryarên van jinan û şopandina çalakiyên jinên tahde li wan tên kirin ne sûc e. Heya ku pênasekirina sûc ji bo kiryaran neyê pêk neyê û tam neyên cezakirin dê nûçeyên me bidomin."    MA / Zemo Aggoz