HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî 2021-06-05 17:22:55   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê 5 kesên ku di komkujiya 5'ê hezîrana 2015'an de, di mîtînga qada Îstasyonê hatin kuştin, bi merasimekê bibir anîn.    Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Amedê beriya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an, li Qada Îstasyonê ya Amedê di 5'ê Heziranê de mîtîng li dar xistibû. Zêdeyî 100 hezar kes tev li mîtingê bûbûn. Endamên DAIŞ'ê, di mîtîgê de bombe teqandibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Rêxistina HDP'ê ya Amedê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di êrîşa DAIŞ'ê de welatî Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Alturkmen jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistinên demokratîk û HDP'ê 5 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.