Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin 2021-06-05 13:07:43   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di sala 1994’an de li navçeya Bismilê ji aliyê leşkeran ve li Toroseke Spî hat siwarkirin û hat windakirin pîrsîn.     Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 643’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabên xwe yên medya sanal li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di sala 1994’an de li navçeya Bismilê ji aliyê leşkeran ve li Toroseke Spî hat siwarkirin û hat windakirin, hat pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr vegot.   PIŞTÎ GEFA KUŞTINÊ WÎ DIBIN   Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku bavê 6 zarokan Tûrgût Yenîsoy (25) li navçeya Bismil a Amedê, bi dikaneke debara xwe kiriye û di sala 1992’an de dikane wî ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û piştre hatiye binçavkirin û wiha got: “Di bin çavan de îşkence li Yenîsoy hatiye kirin. Piştî bûyerê timik leşkeran bi ser mala wî de girtine û sîxurtiyê lê ferz kirine. Herî dawî ji ber ku sîurtiyê red dike gefên kuştinê lê Yenîsoy tên xwarin û di 4’ê cotmeha 1994’an de ji Alaya Qomando ya Bismilê  çawişên pispor ên bi navê Ahmet, Recep û Suleyman bi Toroseke Spî wî ji mala wî digirin. Nahilên ku Yenîsoy kincê xwe jî li xwe bike û li dayika wî jî didin. Dibêjin em wî dibin qereqolê lê wî dibin ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê. Ji ber vir jî wî dibin devereke din.”   ‘KURÊ TE NE DI BIN ÇAVAN DE YE’   Demîr, bi bîr xist ku dayika Yenîsoy Nezrîfe Yenîsoy roja bûyerê seri li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê dide û piştre serî li Miduriyeta Polian a Navçeyê, Tûgaya Qomando ya Navçeyê, Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Amedê û Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte jî dide û bersiva “kurê te ne di bin çavan de ye” digire.    ‘ÎŞKENCE DÎT’   Demîr, da zanîn ku li Fermandariya Alayê ya Bismilê îşkenceyeke giran li Yenîsoy hatiye kirin û van gotinên xwişka wî Şermîn Ûzalp ragihand: “Çawişên pispor Ahmet û Recep timik sîxurtiyê lê ferz dikin. Dema ku birê min qebûl nekir gefa kuştinê le xwarin. Destûr nedidan ku birê min ji Bismilê derkeve. Heta dixwestin ku her roja dema ku ji kar derkeve biçe îmze bide wan. Timik lê didan, wî binçav dikirin. Ji Fermandariya Alayê ya Bismilê çawişekî pispor j imin got ku birayê te bi îşkenceyê hatiye kuştin. Dema ku min xwest vê piştrast bikim bertîleke ku ez nikaribûm bidim ji min xwest.”   BÊLA FAÎL BÊN CEZAKIRIN   Demîr, bi lêv kir ku malbat serî li saziyên rayedar daye lê encamek negirtiye û ev tişt got: “Ji roja ku Yenîsoy hatiye binçavkirin ve agahî jê nayê girtin û aqûbeta wî meçhûl e. Em daxwaz dikin ku aqûbeta windayan derkeve holê û faîl li pêşberî darazê bên cezakirin. Em daxwaz dikin ku ji bo bûyerên windakirinê “Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê” bê avakirin û edalet pêk bê.”