Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket 2021-06-05 12:45:36 AMED - Hat ragihandian ku di operasyona eskerî ya li Gundê Karinçax yê Licê hat destpêkirin de, helîkopteran herem gulebaran kirine û piştî gulebaranê li daristanê şewat derketiye.   Di saetên serê sibê de, li çoltera Gundê Karinçax a girêdayî navçeya Licê ya Amedê operasyona eskerî dest pê kir. Hat diyarkirin ku helîkopter herêma Dahlê Axa ya çoltera gund ji saetên serê sibê ve tê gulebaran kirin. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên heremê bi dest xistin, hat diyarkirin ku li herema operasyonê şer derketiye û agir bi daristanê ketiye.