Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin 2021-06-05 11:28:36   RIHA - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya “Edaletê” didomîne wiha got: “Em ê bi berxwedanê edaletê bînin.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 89’emîn de didome. Ji ber ku edliye girtî ye û pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika Emîne Şenyaşar hene, malbat nikaribû were pêş edliyeyê û li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe domand.   ‘DOZGEREK NIKARE BIRYARA VEŞARTÎ RAKE’   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Li T.C.’yê êdî welatî edaletê li ser rûyê erdê nabînin û li bin erdê digerin. Malbata kesekî (parlementer) li nexweşxaneyê komkujiyê pêk tîne, 3 sal bi ser re derbas dibe, dozgerek nikare biryara veşartî ya li ser dosyayê rake. Em ê bi berxwedanê edaletê bînin…”