PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir 2021-06-05 10:10:29   NAVENDA NÛÇEYAN – PDK’ê piştgirî da êrişa Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê û pêşmerge sewqî Metîna kir.    Hat diyarkirin ku PDK’ê hêzeke zêde pêşmerge sewqî Amediyê û Metîna kir. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kir; saetên serê sibehehê derdora 04.00’an PDK’ê hêzeke zêde ya pêşmergeyan sewqî qadên ku gerilla lê ne kiriye. Hat diyarkirin ku di nav konvoya leşkerî ya PDK’ê de maşîneyên zirxî, ambulans û maşîneyên taybet ên arazî hebûne.