‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’ 2021-06-05 10:02:18   STENBOL - Aydin Aydogan ê di Berxwedana Geziyê de birîndar bûbû û dozên tazmînatê yên vekiribûn jî hatin redkirin wiha got: “Kesê bombeya gaze avêt min û ferman da diyar in, lê 8 sal in em hewl didin ku vê yekê ji dewletê re ispat bikin.”   Aydin Aydogan ê di 11’ê Hezîrana 2013’an de dema çalakiyên Parka Geziyê bi bombeya gazê ji lingê xwe yê çepê birîndar bûbû, bi salan e têkoşîna hiqûqê dide. Aydogan, di 19’ê Tebaxa 2014’an de serî li 3’yemîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê da, 100 hezar lîre manewî û hezar lîre jî maddî, 101 hezar lîre doza tazmînatê li Walîtiya Stenbolê û Wezareta Karên Navxweyî vekir. Piştî ku dadgehê doza tazmînatê red kir, Aydogan di 8’ê Çileya 2016’an de dosya veguhest Şûraya Dewletê. Şûraya Dewletê ku 6 sal in nikare biryarê bide, serlêdan di 23’ê Adarê de red kir. Biryara ku Şûraya Dewletê da di 25’ê Gulanê de hat pejirandin.    Aydogan, da zanîn piştî ku Waliyê Stenbolê yê wê serdemê daxuyandiye ku “Mudaxaleyî parkê nayê kirin” di encama mudaxalekirina polîsan de bi bombeya gazê ji lingê xwe birîndar bûye û diyar kir ku ji sedî 45 astengdar bûye.    DOZ HAT REDKIRIN   Aydogan, destnîşan kir ku dosya wî bi salan li Şûraya Dewletê hatiye rawestandin û delîlên ku pêşkêşî dadgehê kiriye nehatine lêkolînkirin û parastina ku Wezareta Karên Navxweyî derbarê dosyaya wî de kiriye dadgehê weke biryar pejirandiye. Aydogan, bi lêv kir ku wezaretê di parastina xwe de gotiye “Wê rê li pêş dewlemendiyeke neheq veke” û wiha got: “Yê bixeta ez hatime nîşandan. Dibêjin dema ku çûme cihê bûyerê gere min tedbîra xwe bigirta.”   ‘EZ Ê SERÎ LI AYM’Ê BIDIM’   Aydogan, anî ziman ku li ser redkirina daxwaza wan a tazmînatê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Aydogan, da zanîn ku dozên wisa wê di pêşerojê de li fakulteyên hiqûqê weke ders werin dayîn û wiha axivî: “Ne me karibû kesên gazê berî min dane bidin darizandin ne jî me doza tezmînatê qezenç kir. Kesê gazê berî min da û ferman da diyar in, lê 8 sal in em hewl didin ku vê yekê ji dewletê re ispat bikin. Dewletê dîwarekî mezin li pêş edliyeyê çêkiriye. Em hewl didin ku wî dîwarî derbas bikin û ji wir edaletê bigirin. Ev pêvajo wiha berdewam nake. Dema edalet hat welat, wê ev dosya careke din derkevin holê.”