Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere 2021-06-05 09:39:47 RIHA - Di ser kuştina zarokên Emîne Şenyaşar Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar re 3 sal derbas bûn. Li gel ku ji malbata Şenyaşar 3 kes li pêş çavê Walî, Qeymeqam û Wezîr hatin kuştin jî hêj kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, 3 sal in têkoşîna edaletê dide û 3 men in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire.    3 sal berê di 14'ê Hezirana 2018'an de xizmên wekîlên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Beriya hilbijartina 18'ê Hezîrana 2018'an dema wekîlê AKP'ê û koma pêre li nava esnafan digeriyan, bi zarokên Haci  Esfet Şenyaşar re niqaş kiribûn û êrîş kiribûn. Di êrîşa AKP'iyan de, Celal Şenyaşar û Adîl Şenyaşar û piştre bav Haci Esvet Şenyaşar bi îşkenceyê kuştibûn. Li gel ku Walî, Qeymeqam û Wezîr şahidê vê yekê ne ji heta niha doz bi encam nebûye û kujer nehatine darizandin û cezakirin. Dema koma AKP'îyan êrîşî dikana esnaf Celal, Ferit, Mehmet û Adil Şenyaşar kirin, Adîl, Ferit, Mehmet û Celal Şenyaşar bi dar û kêran birîndar bûn. Piştî Fadil Şenyaşar,  dît ku AKP'îyan êrîşi birayê wan dikin, ket parastinê û bersîv da AKP'iyan. Di êrîşa bi çek de ji malbata Şenyaşar 5 bira birîndar bûn. Ji malbata wekîle AKP'î Îbrahîm Halil Yildiz ji Mehmet Şah Yildiz û 7 kes birîndar bûn.      AKP'IYAN BAV Û 2 BIRA LI NEXWEŞXANEYÊ KUŞTIN   Piştî bûyerê Mehmet Şah Yildiz li nexweşxaneya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da. Piştî ji malbata Şenyaşar birayên birîndar rakirin nexweşxaneyê, Xizmên Wekîlê AKP'ê li nexweşxaneyê di nava personelan de êrîş kirin. AKP'îyan li nexweşxaneyê bi şûşe û caman situyê Celal Şenyaşar jêkirin û qetilkirin. Disa dema Adil Şenyaşar, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê jî, AKP'îyan li nexweşxaneyê gule berdan serê Adil û kuştin. Bav Hacs Esvet Şenyaşar û dayika wan Emine Şenyaşar jî piştî bûyer bihîstin hatin nexweşxaneyê. Dema Haci Esvet hat nexweşxaneyê, AKP'iyan li pêş çavê Emîne Şenyaşar li beşa Lezgîn a nexweşxaneyê êrîşî Esvet kirin û bi îşkenceyê kuştin. Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê birîndar bû. Piştî AKP'îyan Haci Esvet û Ferit Şenyaşar bi girani birindar kirin, yekineyên tenduristiyê xwest Bav û Kur bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dîlokê bikin. Lê AKP'iyan êrîşî ambulansê kirin û teker teqandin, cam şikandin.    LI PÊŞ ÇAVÊ WEZÎR WALÎ Û QEYMEQAM ÊRÎŞÎ MALBATÊ KIRIN   AKP'iyan li pêş çavê Waliyê Rihayê Abdullah Erin, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezirê Çandiniyê û Zexîreyan Ahmet Eşref Fakibaba êrîşî ambulansê kirin. Dîsa kamerayên nexweşxaneyê şikandin.  Xwîna xwe Esvet Şenyaşar li dîwarê nexweşxaneyê belav bû.    23 GULE LI SER 2 KESAN REŞANDIN   Di rapora otopsiyê de hat dîtin ku AKP'iyan bi 6 guleyên çekên cuda Celal Şenyaşar kuştine. Disa AKP'îyan  Adil Şenyaşar bi 14 cihan bi kêr û caman birîndar kirin û piştre bi 17 guleyên çekên cuda kuştin. AKP'iyan bav Haci Esvet Şenyaşar jî bi cam û kêran ji 7 cihê jiyanî ve birîndar kirin û kuştin. Bi giştî li ser bedena 23 şopên kêr û caman hatin dîtin.    3 SAL IN DI YEK HUCREYÊ DE TÊ GIRTIN   Fadil Şenyaşar ê ku AKP'îyan 2 birayê wî û bavê wî kuştin û ew jî birîndar kirin, piştî bûyerê rakiribûn nexweşxaneyê. Dema li nexweşxaneya Amedê dihat dermankirin ew sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê wî de biryara girtinê da. Fatil Şenyayar ewili şandin Girtîgeha Rihayê û piştre şandin Girtîgeha Xarpêtê. Fatil Şenyaşar 3 sal in bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Dozger têkildarî buyerê 2 dosyayên cuda vekir. 15 meh pişti bûyerê di 17'ê Îlona 2019'an de yek ji kujeran Enver Yildiz, li gel parazvanê xwe hat Edliyeya Rihayê û teslîm bû. Pişti 18 mehan şûnde îdeaname amade kirin. Di dozê de 2 jê girtî 13 kes serbest dihatin darizandin. Doz li 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Dadgehê di danişîna 7'em a di 2'ê Nîsana 2021'an de pêk hat biryar da.    Dadgehê der barê Fadil Şenyaşar de bi îdeaya Mehmet Şah Yildiz kuştiye û hewl daye Abdurrahman, Mustafa, Nihat, Suleyman û Kenan Yildiz, Engin Şimşek û Ahmet Çetin birindar bike, bi giştî 37 sal û 9 meh cezayê hepsê birî. Dadgehê der barê Enver Yildiz de cezayê muebetê da û piştre ceza daxist 18 salan.    Dadgehê li bersûc Suleyman Yildiz 4 sal û 3 meh û 22 roj, li Abdurrahman Yildiz 11 meh û 23 roj, li Kenan Yildiz 4 sal û 8 meh û 18 roj, li Mustafa Yildiz 1 sal û 1 meh û 14  roj li Mehmet Yildiz 6 meh û 22 roj, li Nihat Yildiz 1 sal û 11 meh û 18 roj, li Halil Îbrahim Şimşek 3 sal û 9 meh, li Mehmet Şimşek 2 sal û 6 meh û 10 roj, li Mehmet Yildiz 2 sal û 6 meh û 10 roj ceza birî. Bersûc İbrahim Yildiz jî ji dosyayê derxistin.    3 SELIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDE   Emînei Şenyaşar ku AKP'îyan hevjîn û 2 kurê wê kuştin û kurekî wê 3 sal in di yek hucreyê de girtîye, ji bo edalet pêk bê, 3 salin têkoşîna edaletê dide. 89 rojin li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Emîne Şenyaşar ji bo doza kurê wê Ferit Şenyaşar, bi encam bibe, di 10'ê Îlona 2019'an de li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir. Pişti Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, doza 'Wê di mehekê de îdeaname bê amarekirin' ji dozger girt, Emîne Şenyaşar nobeta xwe bi dawî kir.    LI ENQEREYÊ PARTÎ ZIYARET KIRIN   Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, di 15'ê Îlona 2020'an de berê xwe da Enqereyê û li Enqereyê bi Navenda Gişti ya ÎHD'ê, ÇHD, THÎV, OHD, TİHK, CHP, Partiya Gelecek, Partiya Saadet, Wekîlê Koma meclisê yê CHP'ê Engin Altay, Rayedarên CHP'ê re di nava 9 rojan de 12 hevditin kirin.    Emine Şenyaşar û Kurê xwe Ferit Şenyaşar di 16'ê Kanûna 2020'a de dema li pêş avahiya AKP'ê ya Rihayê runişttin, polîsan ew binçav kirin û serbest berdan. Dozgeriyê di 8'ê sibatê de biryara neşopandinê da.    Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar, bi gotina "Edî sebra me nema" di 9'ê Adara 2021'an de li pêş Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroyê Şenyaşar ziyaret kir û piştgiri da wan.    3 MEH IN NOBETA EDALETÊ DIGIRE   Şenyayar ji bo edalet pêk bê 89 rojin li pêş avahiya Edaletê ya Rihayê nobeta "edaletê" digire. Heta niha Nûnerên KCD, HDP, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partiya Saadetê, Partiya DEVA, Partiya Gelecek, DİSK, KESK, SES, Egitim Sen, Tüm Bel-Sen, Odeyên Tabîban ên Amed û Rihayê, Baroyên Riha, Mêrsî û Amedê, SKM, SGDF, Pira Gelan, Platforma Jinan a Şahmaran Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amede, ESHİD, ÎHD, TÎHV, TJA, MEBYA-DER, Endamên HDP'ê, Meclisa Ciwanên HDP'ê, BASK-DER, Dayiken Aştiyê, Dîlan Îzol û gelek welatiyan ziyaret kirin.    Emîne Şenyaşar 89 rojin bi biryar û israr Nobeta Edaletê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike.    MA / Emrullah Acar