Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin 2021-06-05 09:15:39 MÊRDÎN - Şaredariya AKP'î ya Rişmilê û TOKÎ'yê, di çarçoveya projeya "veguherandina bajêr" de bi dehan xanî xera kirin û gelek kes mexdûr kirin. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi hinceta "ne li gor dîrok û mîmariya navçeyê ye" proje pesend nekiribû.  Desteya Wezaretê di sala 2016'an de taxên Gul û Tepebaşiyê yên navçeya Rişmil a Mêrdînê wekî "qada xetere" îlan kiribûn. Ev biryar bi hinceta "nûkirinê" hatibû girtin. Piştî vê biryarê Şaredariya AKP'î ya Rişmilê û TOK'î jî projeya "veguherandina bajêr" amade kiribûn. Di çarçoveya projeyê de dê avahiyên 8 qatî bihatana çêkirin.    Lê belê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi hinceta "ne li gor mîmarî û dîroka navçeyê ye" projeyê betal kir. Piştî vê şaredarî û TOK'î projeyek nû amade kirin û berpêşî wezaretê kirin. Bêyî ku wezaret projeyê pesend bike, li her du taxan dest bi xerakirina xaniyan hat kirin û bi dehan xanî hatin xerakirin.    ZEXT Û GEF    Di vê pêvajoyê de hat xwestin şêniyên her du taxan malên xwe vala bikin. Şêniyên taxê jî ji bo rawestandina xerakirinê serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmaê da. PIştî vê ceryan û ava her du taxan hat birîn. Kesên xaniyên xwe vala nekirin jî midûriyeta polîsan gazî wan kir û gef li wan xwarin.    Şêniyê taxê Ata Opak ku tê xwestin xaniyê wî bê xerakirin, anî ziman ku di sala 2017'an de ji ber xebatek cuda yya şaredariyê xaniyê wî bi "şaşî" hatiye texrîbkirin û bi xwesteka Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr li şûna xaniyê wî xaniyek nû hatiye çêkirin. Opak, bilêv kir ku ji bo ceryana xanî jî destûr ji şaredariyê girtiye û kevirê di avahiyê de hatine bikaranîn jî bi pêşniyara şaredar hatine biakranîn.    MIDÛRIYETA POLÎSAN DAXILÎ NAV BÛ   Opak, bibîr xist ku biryara "veguherandina bajêr" di sala 2016'an de hatiye girtin û got: "Nexwe çima we wê çaxê ji me re negot çênekin?" Opak, diyar kir ku midûriyeta polîsan gazî wî kiriye û ji bo valakirina xanî jê re gotiye "heger hûn derneyên em ê hêza çevîkê bişînin ser we û xaniyê we bi ser serê we de xera bikin." Opak, destnîşan kir ku paşê jî makîneyên karî yên şaredariyê rêya di ber xaniyê wan re derbas dibe kolandiye û ji çûn-hatinê re girtiye. Opak got: "Ez, tevî birayê xwe yê berasteng û zarokên xwe dimînim. Ev zilm e. Xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê jî em dernayên. Heger xera dikin, bila bi ser me de xera bikin. A dikin zilm e."    Cîranê malbata Opak Mevlut Taniş jî şahid e ku avahiya nû bi destûra şaredariyê hatiye çêkirin û got: "Bila kes nebêje ev avahî 'bi qaçaxî hatiye çêkirin.' Madem dê xera bikirana, nexwe çima destûr dan? Kesî ji me re negotiye dê bajar bê veguherandin. Tenê gotin, dê xaniyên kevin û ne saxlem bên xerakirin. Şaredar tevî hin rayedarên dewletê li dû ranteke mezin e."    MA / Ahmet Kanbal