Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune 2021-06-05 09:15:02 WAN - Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê bi salan e pergala şebekeyê û înternetê tune ye. Xwendekarên ku ji bo ezmûnan li dersan dixebitin, ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha diçin ser girên ku şebeke lê dikişîne. Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, bi salan e pergala şebekeyê û înternetê tune ye. Xwendekar û welatî jî diçin ser girên ku şebeke lê dikişîne û bi vî awayî pêwendiyê bi hev re datînin. Xwendekarên ku ji bo ezmûnan dixebitin jî, ji ber ku nikarin têkevin pergala EBA'yê ya perwerdehiyê, ji dersên xwe dimînin. Xwendekarên amadekariya ezmûna LGS'ê dikin, ji ber vê nikarin bi awayekî rêk û pêk li dersên ezmûnê bixebitin.    DÊ DEV JI DIBISTANÊ BERDE    Sevda Yuce ku dê sala bê ji bo zanîngehê têkeve ezmûnê, anî ziman ku ji drsan tiştek fêm nekiriye û heger wisa bidome dê dev ji dibistanê berde. Yuce, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên di pergala şebekeyê û înternetê de nikarin têkevin EBA'yê û got: "Ji roja ku dersên onlayn dest pê kirine heya niha me tu sûd jê negirtine. Dersên zindî hebûn, lê ji ber ku pergala înternet û şebekeyê tune ye, neketim dersan û ezmûnan. Dibe ku dev ji dbistanê berdim. Ji lew re tu tiştî nizanim. Sala bê ji bo zanîngehê divê têkevim ezmûnê, lê bi tiştekî nizanim. Li gund şebeke tune ye û kes jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewl nade. Ji bo înternet bikiîne em diçin ser girên bilind."    Cennet Bîlek jî ji bo LGS'ê dixebite. Bîlek, anî ziman ku ji bo şebeke bikişîne diçin ser giran û xwest li gundê wan pergala şebekeyê bê çêkirin. Bîlek, diyar kir ku hê jî tablet nedane wan û got: "Ji ber ku înternet tune ye em nikarin tevli dersan bibin. Divê ez amadekariyên LGS'ê bikim, lê ji ber ku înternet tune ye baş nexebitîm. Em xwendekar pergala înternetê, şebeke û tabletan dixwazin."    NIKARIN TÊKEVIN DERSÊ    Mahîr Bîlek jî diyar kir ku ji ber ku pergala înternetê tune ye zarok nikarin tevli dersan bibin û ji bo şebekeya telefonê bikişîne diçin ser girên bilind. Bîlek, bilêv kir ku 4 zarokên wî xwendekar in û got: "Ji ber ku şebeke û înternet tune ye nikarin têkevin dersan. Zarokên me zehmetiyê dikişînin. Şebeke tenê li ser hin giran dikişîne. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin."