Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin 2021-06-05 09:02:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Sedat Peker, piştî vîdeoya xwe ya dawî bi demekê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyandibû ku li dijî cemxaneyan planeeke êrîşê hatiye kirin. Hevseroka DAD'ê Saîme Topçû, anî ziman ku plana êrîşa muhtemel girêdayî îqtidarê ye û got: "Ên Peker didin xeberdan, li Qesrê rûdinên."  Rêvebirê rêxistina çeteyan a girêdaî dewletê Sedat Peker, piştî vîdeoya xwe ya dawî bi demekê li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal daxuyandibû ku li hemberî cemxaneyan planeeke êrîşê hatiye kirin. Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, destnîşan kirin ku heger êrîşek bê kirin berpirsiyar îqtidar e.    ÊN PEKER DIDIN AXAFTIN    Topçû, anî ziman ku ên di bin navê mafyayê xwe de xwe birêxistin dikin dijminê civakê ne û ev kes di heman demê de ji bo hêzên demokratîk dîzayn bikin serî li hemû derew, komplo, zext û kuştinan didin. Topçû got: "Notirvaniya welat û gel dikin. Têkoşîna ji bo îqtidarê ya di hundirê wan de jî bênavber didome. Carinan xwe tune dikin û dîzayn dikin. Nirxên gel didizin li hev dikin, lê gava payê dikin bi hev dikevin û tu carî ji hev yeqîn nakin. Îro ro kesên ku Sedat Peker didin axaftin, ew kesên li Qesrê ne."    Topçû, bilêv kir ku li welatên ku demokrasî li wan tune ye "demokrasiya çete û mafyayan" dikeve dewrê û gef û zextên li hemberî elewiyan jî ne tiştekî nû ye. Topçû, êrîşên li hemberî cemxaneyan bibîr xist û got: "Ê ku van tiştan dikin kî ne? Hêzên dewletê an jî esker û polîs in. Fermanê ji kê digirin? Ji dewletê."    Topçû, destnîşan kir ku îtirafên Peker, sûcên bi destê îqtidarê li hemberî kurd û elewiyan hatine kirin aşkere kirine û got: "Daxuyaniya Peker a derbarê guleberankirina qehwexaneyeke li Gazîosmanpaşayê û gotinên wî yên dibe ku li hemberî elewian çalakîne provakatorî pêk bên, cidî ne. Heger êrîşek bi vî rengî çêbibe, em baş dizanin dê bi destê îqtidarê be. Di êrîşeke muhtemel de tenê dê zirar negihê elewiyan. Dê zirar bigihê tevahiya civakê. Wan destên xwe yên bixwîn dûrî me bikin."    BULBUL: KIRYAR DEWLET E    Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî destnîşan kir ku elewî cardin hedef hatine girtin û got: "Niha li gor aqilê dewleta sîstematîk, elewî sûcdar in. Divê tim bên kontrolkirin. Divê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin û bên tepisandin." Bulbul, anî ziman ku di dîrokê de elewî gelek caran bi qirkirinê re rû bi rû mane û kiryarên wan nehatine dîtin.    Bulbul got: "Kiryar dewlet e û mafya, çete û derdorên nîjadperest û faşîst in ku bi destê wê tên organîzekirin. Ev çete negotana jî, jixwe em dizanin elewî tim hedef tên girtin. Lê belê girîng e ku çeteyek bi devê dewletê vê yekê aşkere dike. Êrîşeke li hemberî civaka elewî bê kirin, dê tenê ne li hemberî elewiyan be. Dê li hemberî muxalefeta Tirkiyeyê, li hemberî heqîqet û edaletê be. Gefxwarina vê jî ev e. Yanî heqîqet, edalet, hiqûq û civaka elewî di hedefê de ne. Berpirsiyar û sûcdarê vê jî hikûmeta niha ye. Li dijî vê pêdivî bi helwesteke hevpar heye."    Bulbul, destnîşan kir ku li dijî êrîşan peywir dikeve ser milê siyasetmedaran, rêxistinên civaka sivîl û civaka elewî û bang li wan kir ku bi awayekî sîstematîk çalakiyan li dar bixin. Bulbul, anî ziman ku divê li ber cemxaneyan û komeleyan tim nobet bê girtin û her kes xwe biparêze.