Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe 2021-06-05 09:01:01 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Kadîr Gungen ku di Girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L'yê de ye, rewşa wî giran dibe. Keça wî Zahîde Gungen, xwest bavê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin.  Kadîr Gungen, di dema qedexeyên derketina derve yên sala 2016'an de li navçeya Hezex a Şirnexê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "ji bo rêxistinê peydakirina çekan" hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Dadgehê, 22 sal ceza li Gungen birîbû. Piştî ku Dadgeha Îstinafê cezayê Gungen erê kiribû, Gungen ji Girtîgeha Tîpa L'yê ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ya kiribûn. Gungen nêzî 3 sal in di Girtîgeha Kalkandereyê de ye. Gungen nexweş e û tim bi tayê dikeve. Malbata wî diyar kir ku her diçe rewşa wî xirabtir dibe û xwest sewqî girtîgeheke nêzî mala wan bê kirin.    Keça wî Zahîde Gungen, anî ziman ku gava bavê wê li Sêrtê bûye diçûn cem wî, lê piştî hatiye sewqkirin qet neçûne girtîgehê. Gungen, diyar kir ku ji bo bavê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin gelek caran daxwazname dane, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Gungen, xwest bavê wê sewqî Amedê an jî Şirnexê bê kirin û niha tenê bi telefonê hevdîtinê bi bavê xwe re dikin.    Gungen, bal kişand ser tenduristiya bavê xwe jî û got: "Rewşa bavê min nebaş e. Tim bi tayê dikeve. Hingî dikeve erdê serçavê wî û laşê wî reş bûne. Divê kesek lê miqate be. Bavê min got dermanên wî jî nadinê. Nayê tedawîkirin. Divê bavê min bê tedawîkirin."