ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-05 09:00:43 * Girtiyê nexweş Kadîr Gungen ku di Girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L'yê de ye, rewşa wî giran dibe. Keça wî Zahîde Gungen, xwest bavê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin.  * Sedat Peker, piştî vîdeoya xwe ya dawî bi demekê li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal daxuyandibû ku li hemberî cemxaneyan planeeke êrîşê hatiye kirin. Hevseroka DAD'ê Saîme Topçû, anî ziman ku plana êrîşa muhtemel girêdayî îqtidarê ye û got: "Ên Peker didin xeberdan, li Qesrê rûdinên."    * Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê bi salan e pergala şebekeyê û înternetê tune ye. Xwendekarên ku ji bo ezmûnan li dersan dixebitin, ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha diçin ser girên ku şebeke lê dikişîne.   * Di ser kuştina zarokên Emîne Şenyaşar Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar re 3 sal derbas bûn. Li gel ku ji malbata Şenyaşar 3 kes li pêş çavê Walî, Qeymeqam û Wezîr hatin kuştin jî hêj kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, 3 sal in têkoşîna edaletê dide û 3 men in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire.    * Esra Abî bi pençeşêrê ketiye û derziyên divê li xwe bixwe heba wan bi 100 TL'yî ye. Lê ji ber ku nikare van derziyan bikire, tedawiya wê nîvco maye.    * PÎA'yê ji bo rawestandina biryara Wezareta Karên Navxweyî ku destûra damezrandina partiyê nade, serî li Dadgeha Îdareyê ya 13'ana Enqereyê dabû û dadgehê xwestibû wezaret di nav mehekê de ewraqan radestî rayedarên partiyê bike. Lê belê piştî ku wezaretê îtiraz kir, biryar hat betalkirin. Endamê PÎA'yê Kenan Sarisaç, anî ziman ku dê serî li AYM'ê bidin.    * Şaredariya AKP'î ya Rişmilê û TOKÎ'yê, di çaçroveya projeya "veguherandina bajêr" de bi dehan xanî xera kirin û gelek kes mexdûr kirin. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi hinceta "ne li gor dîrok û mîmariya navçeyê ye" proje pesend nekiribû.    * Prof. Dr. Atîlla Guney, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmayên derveyî siyasetê, siyasetê diyar diin û got: "AKP, bû mafya. Partî divê dakevin kuçeyan û muxalefeta civakî birêxistin bikin. Wekî din tu rê û çare tune ye."    * Rêya Dîlek Kaya ya ku di Komkujiya Pirsûsê de bavê xwe winda kir û Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê de winda kirin, di têkoşîna “edaletê” de gehiştin hev. Du jin, bi du zimanên cuda heman daxwazî dikin.    * Malbata Şenyaşar dê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya edaletê di roja 89'an de berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Mithat Sancar, berî civîna Meclîsê ya Partiyê wê daxuyanî bide. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Nisêbînê, wê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê panelekê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 845'emîn de, li ser medya sanal dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan wê di hefteya 643'yemîn de, li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 352'yemîn de wê bi rêya onlaynê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 479'emîn de wê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * HDP, wê ji bo kesên di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê ya di mîtînga "Mirovatiya Mezin" a 5'ê Hezîrana 2015'an de, jiyana xwe ji dest da bûn, dê li Qada Îstasyonê bernameya bîranînê li dar bixe. (17.00)