Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin 2021-06-04 18:06:38   ŞIRNEX-  Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de, ji ber ku pêşniyaznameya endamên meclîsa şaredariyê yên AKP'î nehat qebûlkirin, gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin. Endamên AKP'î ji endamên HDP'î re gotin, "em ê li derve hev bibînin."    Di danişîna 4'an a meha Hezîranê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de, ji ber ku pêşniyaznameya endamên AKP'î nehat qebûlkirin, AKP'iyan bi devkî û fizîkî êrîş birin ser endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î. Endamên AKP'î, ji HDP'iyan re gotin "em ê piraniyê (hejmara endaman) ji we bistînin." Endamê AKP'î yê Meclîsa Giştî ya Bajêr Îsmet Oter jî sendelyeya xwe avêt HDP'iyan. Oter ku berê cerdevan bû, bi mirinê gef li endamên HDP'î xwarin û ji wan re got, "Em ê li derve hev bibînin." Piştî civînê endamên HDP'î, li avahiya HDP'ê ya Cizîrê civînek çapemeniyê li dar xistin. Parlementerên HDP'î Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û hevserokên partiyê yên bajêr û navçeyan û endamên meclîsa şaredariyê tevli daxuyaniyê bûn.    ÊRÎŞ    Endamê Meclîsa HDP'ê û Berdevkê Komê Nedîm Orûç got: "AKP'iyan pêşniyaznameyek berpêş kirin. Lê ji ber ku em nizanin bê xebatên wê yên fizîbîlîteyê li ser esasekî rast hatine kirin an na, me qebûl nekir. Ji ber vê koma AKP'î bi devkî û fizîkî êrîş anîn ser me. Bi mirinê gef li me xwarin, bi awayekî fizîkî û devkî êrîş anîn ser me. Tenê sedemek vê gefê û van êrîşan heye. Dixwazin bêhiqûqîtiya ji bo endamên me yên ji peywirê hatin girtin kirin bidomînin û bi vî awayî di meclîsê de hejmara endamên HDP'ê kêm bikin."    Paşê Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Cevher Findik jî anî ziman ku dê gilî bikin.    BERPIRSIYAR WALÎ YE   Parlementer Kaçmaz jî destnîşan kir ku dê hesab bipirsin û got: "Em ê van kesan hem li ber çavê gel aşkere bikin hem jî di warê hiqûqî de hesab bipirsin. Heger tiştek bê serê hevalên me, berpirsiyar Waliyê Şirnexê ye ku xwe li bêdengiyê daniye û bersiva telefona me nade."