Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe 2021-06-04 16:45:40 WAN – Li Wanê rexmî qedexeyê jî bi sedan kes ji milan ve meşiyan û bang kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku li dijî êrişan li zimanê xwe xwedî derdikevin û ev tişt got: “Me çok dananî û em daneynin jî.   Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdehî bê dayîn, xwest li Parqa Mûsa Anter a Wanê mitîng li dar bixe. Lê destûr nehat dayîn ku mitîng bê lidarxistin. Li dijî qedexeyê girseya ku li bajar kom bûbû, ji Parqa Ehmedê Xanê, Kuçeya Hunerê û HDP’a Wanê xwest bimeşe Parqa Mûsa Anter. Polisan girseya ku xwest ji 3 milan ve bimeşe qada mitîngê dorpêç kirin.     Ji ber dorpêçê di navbera polisan û parlamenterên HDP’ê de nîqaş derket û di encamê de polisan destûr da ku li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî bê dayîn. Li ser vê biryarê girseya ku li Parqa Ehmedê Xanê û Kuçeya Hunerê li hev kom bûbû jî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” meşiyan ber HDP’ê.    HevseroKê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, parlamenterên HDP’ê, endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî, endamên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên sivîl li tevlî daxuyaniya ku li ber HDP’ê hat dayîn bûn.    ‘ME ÇOK DANANÎ Û EM Ê DANEYNIN’   Berdan Ozturk, li vir axaftinek kir û ev tişt got: “Ez bang li kesên ku qedexê danîn dikim; çûna we nêz e. Hûn ê jî û waliyê we jî li peş hiqûqê hesab bidin. Her ziman ji bo mirovahiyê ye. Lê li çar parçeyên Kurdistanê êriş li kurdan tê kirin. Dizanin ku heke ziman tune bibe wê xwebûn û çand tune bibe. Li gel hemû zext û êrişan jî em li zimanê xwe xwedî derketin. Me çokj dananî û em daneynin jî.    HEDEF 2 MILYON ÎMZE YE   Piştî Ozturk ji Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev axivî û bi van gotinan bal kişand ser kampanya ziman: “Hedefa me ya kampanya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdeyî bê dayîn berhevkirina 2 milyon îmzeyan e. Heta ku roja kurdî bibe zimanê fermî wê têkoşîna me bidome. Îmzeyên ku em berhev bikin em ê ji Yekitiya Ewropayê, Wezareta Perwerdeyê û Meclisê re bişînin. Divê bê zanîn ku pişaftin ji dibistanê dest pê dike. Ji ber vê divê kurdî li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê.”   ‘TECRÎD LI SER ZIMAN TÊ PÊKANÎN’   Piştî Berşev Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Em xebatên xwe yên ku sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî û li dibistanan bibe zimanê fermî didomînin. Weke li her qada li dijî kurdan li ser zimanê kurdî jî tecrîd pêk tê. Kesên ku li Stenbolê mizgeft vedikin û ayetan dixwînin divê baş zanibin ku her ziman û nasname ayetên Xwedê ne. Birêz Serokkomar zimanê kurdî ayetek e. Tunehesibandina kurdan înkara ayetê ye. Em 60 milyon kurd hewl didin li Tirkiyeyê zimanê kurdÎ bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn. Ki li kur dibe bila bibe divê em bi hev re tevbigerin. Em bi bîr dixin ku bi salan êrişên hovane li kurdan tên kirin lê kurdan çok dananiye û wê daneynin jî.”   Piştî daxuyaniyan ji bo îmzekirina kampanyayê bang hatin kirin.