Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan 2021-06-04 15:40:45   WAN - Rêxistinên mafên mirovan li ser rewşa girtîgeha Tîpa T a Wanê rapor amade kir. Rêxistinan di raporê de diyar kirin ku rêveberiya Girtigeha Tîpa T a Wanê di lêgerînan de zorê li jinan dike û ji wan dixwazin ku xwe tazî bikin. Saziyan di raporê de destnîşan kirin ku rêveberî zorê li girtiyan dike ku derbasî kawîşên bêalî bibin, avê û doşekan nadin girtiyan."    Nûner û rêveberên Baroya Wanê, OHD, TUHAY-DER, Odeya Tabîban, ÎHD û THÎV, li ser lêkolîn û ziyaretên girtiyên jin, rapora ku têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa T a Wanê amade kirin. Nûnerên saziyan, rapora ku amade kirine li Salona Civînê ya Baroya Wanê bi raya giştî re parve kirin. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter rapor parve kir. Yeter anî ziman ku rêveberên MEBYA-DER'ê yên di 28'ê Gulanê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi zorê hatine tazîkirin û muameleya xerab li wan hatiye kirin. Yeter, destnîşan kir ku piştî vê bûyerê endamên Komîsyona Girtîgehan a OHD û Baroya Wanê çûn li girtîgehê ew ziyaret kirine û agahî girtine.    'EZ TAZÎ KIRIM   Yeter, anî ziman ku bi girtî Ceyda Dîndar, Gulistan Onver û Semiran Ebaga re hevditin kirine û wiha got: "Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kirin gotin 'Personelên ku girtiyan qebûl dike, ji mere gotin; Hûn dê biçin kawîşa bêalî an bialî? Zextên derûnî kirin. Dengê xwe bilind kirin û kirin qêrîn. Dîsa 3 jinên gardiyan, em xistin beşa lêgerînê. Em tazî kirin û berdilk li me kirin. Ji me xwestin em 3 caran rabin û rûnên û bikuixin. Me ji personelan re gotin; Em 10 rojin di bin çavan de ne. Tiştekî wisa ne pêpist e. Lê kir qêrîn û got ‘Hişbe, dengê xwe meke. Tişta ez dibêjim bike.' Li nava têlê porên min nerî. Li devê min nerî. Li her derê min nerî. Personela esmer, kin û zeîf got 'Ez vî karî bi kefxweşî dikim.' Piştî em birin odeyê heta saet 02:00’an nivînê razanê nedan me. Em birin odeyek qirêj ku malzemeyê paqijiyê lê tune bû. Li odeyê TV, pirtûk, lênûsk û pênûst tune bû. 3 rojan ji bo vexwarina avê taz û îskan nedan me. Li odeya qarantinayê li ser piyan em jimartin. Daxwazên me yên kantînê pêşwazî nekirin."   'AV NEDAN ME'   Yeter, da zanîn ku girtî Semiran Erbaga ji Girtîgeha Jinan a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê kirine û wiha got: “Semîran, anî ziman ku ew sirgûn kirine û serwêhatiyên xwe wiha got: 'Dema ez sirgûn kirim, li girtîgehê xwestin min tazî bikin. Dema min ev qebûl nekir, personel got 'Em ê lêgerîn bikin. Lê ji bo ez vê yekê şermezar bikim, min cilên xwe derxistin û çalakî kir. Personel got ‘Sê caran rabe û rûnê, bikuxe.' Li nava porê min nerî. Li bin zimanê min nerî. Piştî lêgerînê ez avêtim yek hucreyê. 3 rojan ez tenê mam. Gotin av bi sînor e. Dema min maqijî kir av xelas bû. Ji ber nexweşiya kronik diviya bû ez îlac bixwim. Lê ava vexwarinê nedan min. Ji ber vê yekê neçar mam ku ava qirêj vexwim. 3 rojan di odeya qirêj de mam. Tu pêdiviyên min ên jiyanî pêşwazî nekirin."    GIRTIYAN TAZÎ DIKIN   Yeter, da zanîn Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê di ketina girtîgehê de girtiyan tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin û wiha axivî: "   “* Divê peymanên navdewletî li ber çavan bigirin û dawî li îşkence û lêgerîna tazî bînin. Ji bo îşkence li girtîgehan bi dawî bibe divê tedbîr bêne girtin. Ev erka dewletê ye. Dema maf hatin binpêkirin, divê bi awayekî çalak lêpirsîn bê kirin."    * Li gorî mevzûata neteweyî û navneteweyî, dema girtî îşkence li wan tê kirin, beriya hinceta lêgerîna tazî pêş bikeve, divê nûneren saziyê vê yekê ji saziya jora xwe re parve bikin. Divê li gorî rêgez û zagonên navdewletî gav bên avêtin.    * Lêgerî dazî li dijî Zagona Înfazê, Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, (AÎHS)  û peymanên ku Tirkiye îmze avêtiye ye.