Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin 2021-06-04 14:57:50   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Başurê Kurdistanê, komên cerdevan û OSO’yê yên girêdayî Artêşa Tirk piştî birîna daran, malên ji ber bombebaranê hatin valakirin talan kirin.   Operasyona ku Artêşa Tirk di 23’yê Nîsanê li heremên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herema Kurdistana Federe da destpêkirin didome. Li heremê demeke leşker daran dibirin û tînin li Tirkiyeyê difiroşin. Ji xeynî vê derket holê ku li malên ji ber bombebarana Tirkiyeyê hatine valakirin jî dizî û talanê dest pê kiriye.    Di dîmenên li ser medya sanal hatin parvekirin de tê dîtin ku hin malan ji ber bombebaranê zirar dîtiye û hin tiştên malan belav bûne. Welatiyên ku çûn seredana malên xwe dibêjin ku hemû tiştên wan hatine belavkirin û zirar dane tiştên wan.    Dîfaa Herkî yê li heremê rojnamegeriyê dike jî li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenek parvekir û ragihand ku li malan dizî hatiye kirin.