Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin 2021-06-04 13:40:35   AMED – Li gorî rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a DFG’ê di meha gulanê de bi ser mala rojnamegerekî de hatiye girtin, rojnamegerek hatiye binçavkirin û 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin.  Komeleya Rojnamegeran a Dîcel Firatê (DFG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha gulanê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku amûrên zextê yên li ser rojnamegeran di meha gulanê de zindî hatine hiştin û gelek pêkanînên ku xesar bidin azadiya çapemeniyê ketine meriyetê.    PEYAMA NÛÇE ÇÊNEKIN   Di raporê de qala serdegirtina mala rojnamegerê ku nelirêtiyên Şaredariya Osmaniyeyê derxistibû holê hat kirin û têkildarî mijarê ev nirxandin hat kirin: “Ji ber derxistina holê ya nelirêtiyê polisan bi ser mala rojnameger de girtin û lêdan. Bi van rêbazan  peyama ku “nûçeyan çênekin” didin rojnamegeran.”   ‘ROJNAMEGER NE SÎXURÊ WE NE’   Di berdewama raporê de revandin û ferzkirina sîxurtiyê ya li nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Tekay jî hat bibîrxistin û têkildarî mijarê ev tişt hat gotin: “Kesên ku xwe weke “mirovên îstixbaratê” dan nasîn rojnameger Tekay revandin û bi qasî 2 saetan sîxurtiyê lê ferzkirin. Em van pêkanînan şermezar dikin. Rojnameger ne sîxurê we ne. Heke hûn bi israr dixwazin agahiyan bigirin nûçeyên rojnamegerên ku bi wêrekî nûçeyan çêdikin bişopînin.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Di raporê de binpêkirinên mafan ên meha gulanê wiha hatine rêzkirin:    * Rojnamegerek hat binçavkirin   * Bi ser mala rojnamerekî  de hat girtin.    * Êrîş li rojnamegerek hat kirin.   * 4 Rojnameger dema şopandina nûçeyan hatin astengkirin.    * Derbarê rojnamegerek de lêpirsîn hat destpêkirin.   * Derbarê rojnamegerek de doz hat vekirin.    * Ceza li rojnamegerek hat birîn.    * Darizandina 18 rojnamegeran hat berdewamkirin.    * Rojnamegerek li girtîgehê mafên wî hatin binpêkirin.    * Li rojnameyekê cezayê îlanê hat birîn.    * 7 nûçe, 11 malper û 123 naverokên medya sanal hatin astengkirin.    * 4 rojnameger ji kar hatin derxistin.    Li gorî raporê li girtîgehan 70 rojnameger girtî ne.