6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn 2021-06-04 12:58:29 AMED - Rêxistina HDP’ê 6 sal berê di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar xistibû. Endamên DAIŞ'ê di nava girsê de bombe teqandibûn û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî doza komkujiyê Prz. Faîk Ozgur Erol, anî ziman ku divê têkiliya mafya, siyaset û dewletê ya bi vê komkujiyê re bê lêpirsîn û wiha got: "Têkiliyên qirêj û mafya yên îro têne niqaşkirin xwe dispêre bûyerên 2015’an."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya Hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an, di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê bi tevlêbûna sed hezaran mîtînga fînalê li dar xistibû. Endamên DAIŞ'ê di mîtingê de bombe di nava girsê de teqandibûn. Di bûyerê de Ramazan Yildiz, Necati Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Ali Turkmen jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Di ser komkujiyê re 6 sal borîn.  Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê mijarê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê di 6'ê Hezîranê de bi biryarek lezgîn, der barê dosyayê de biryara veşartinê da. Piştî bûyerê derketibû holê ku Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder ê di 26'e Gulana 2015’an de ji Sûriye hatibû Tirkiyeyê û di 2'ê Hezîranê de hatibû Amedê. Derketibû holê ku Orhan Gonder beriya komkujiyê amadekarî kiribû. Di 3'ê Hezîranê de li otelekê mabû. Polîsan ji ber "Qaçaxiya eskeriyê" tenê der barê Gonder de girtek girtibû û ew binçav nekiribûn. Piştî 2 rojan di 5'ê hezîranê de li Qada Îstasyonê di nava girsê de bombe teqandibûn. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, piştî bûyerê çend roj şûnde gotibû "Gonder li Dîlokê hatiye girtin"    11 MEH ŞÛNDE ÎDEANAME AMADE KIRIN   Dozgeriya Amedê piştî teqîna li Îstasyonê 11 meh şûnde îdeaname amade kir. Dozger di îdeanameyê de li gel faîlê bûyerê Gonder, Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok jî lê zêde kir û wekî girtî nîşan da. Dozger, anî ziman ku fermana sînor a DAIŞ'ê Îlhami Balî daye û niha firar e. Dozger der barê faîl Gonder û bersûc Korkmaz, Kilinç, Gok û bersûcê fîrar Îlhami Balî de ji bo her yekî 5 caran cezayê muebetê xwest. Dîsa ji 4 ez hezar û 101 salan heta 6 hezar û 318 salan cezayê girtîgehê xwest. Derket holê ku çûn û hatina endamên DAÎŞ'ê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû “Bombeyên zindî yên li Tirkiyeyê lîsteya wan di destê me de heye. Lê ji ber ku çalakî nekirine em wan nagirin." Ji ber vê yekê parêzeran xwestibû dodgeh li Davutoglu guhdar bike. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzeran red kiribû.    Derbarê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de ku wek kiryarên êrişê tên zanîn ji ber kuştina însanan û teqînê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind dozê di gulana 2016’an de neqlî Dadgeha Enqereyê kirin. 25 danişînê dozê hatine lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Îlhamî Bali û Burhan Gok de biryara beratê dabû. Der barê her sê bersûcên din de bi giranî hatin cezakirin.   DAVÛTOGLÛ NEHAT GUHDARÎKIRIN    Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî bersûc Burhan Gok nehat girtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku di axaftinek xwe têkildarî wê serdemê li xwe mikûr hatibû wî beşdarî danişînê bikin û li dadgehê were guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.   Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neaniye derbarê wan de jî doz hat vekirin. 5 midurên polîsan, 3 komiser û 11 polîs li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tên darizandin. Lê cezayek hindik bo wan tê xwestin. Danişîna wan li Dadgeha Amedê didome. Yek ji kesê birîndar bû Askerî Yildirim, anî ziman ku ew bi daxwaza aştiyê li qada mîtîngê bûn û ev êrîş bi zanebûn û plan hatiye kriin.    Parêzera dozê Şevîn Kaya, anî ziman ku piştî komkujiye der barê dosyayê de biryara veşartinê dane û parêzerên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê.    Kaya, da zanîn ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê heye nikarin xwe bigînin agahiyên têkildarî bûyerû û dosyayê û ji ber vê yekê nikarin parastinê jî bikin û wiha got: "Bersûc Orhan Gonder, Îsmail Korkmaz, Burhan Gok û Mustafa Kiliç li dijî miroavahiyê sûc kirin. Lê ev bersûc ne bi tenê ne. Divê kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Me der barê dosyayê de gelek tişt xwestin. Lê ji ber dozê dirêj dikin gelek delîlan winda dikin."    Kaya anî ziman ku ceza li bersûcan birîn û doz yandin Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê û wiha berdewam kir: "Me der barê faîlê esasî Burhan Gok de îtîrz kir. Lê Gok beraet kirin. Me xwest der barê polîsên li qadê de jî doz bê vekirin.    'EM Ê SERÎ LI DMME'Ê BIDIN'    Parêzer Kaya, anî ziman ku ji bo edalet pêk bê piştî dadgeha Îstînafê biryarê bidin, dê li gorî wê gavan bavêjin û wiha axivî: "Eger biryara neyînî bide, em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewpora (DMME) bidin. Ji bo edalet pêk bê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê teqînê de aşkere sersariya dewletê heye. Li gel lêgerîna bombeyê hatiye kirin jî der barê Orhan Gonder de tu lêkolîn nehatiye kirin. Ev teqîn hem bi teqîna 10'ê Cotmehê ya Enqereyê û hem jî bi teqîna Pirsûsê re girêdayî ye. Ev organizasyon bi dewletê ve girêdayî ye. Mirov nikare dewletê ji vê yekê dûr bigire."    'LÊKOLÎN NEHAT KIRIN'    Parêzer Faîk Ozgur Erol, jî anî ziman ku di îdeanameyê de rastî nehatiye ronîkirin û lêkolîn nehatiye kirin û wiha got: "Mufetîşê Wezareta Karên Hundir xwest hemû qeydên li qadê bên komkirin. Li ser vê yekê qeydên 63 DVD yên kamerayên qadê kom kirin. Lê ev qeyt tev li dosyayê zêde nekirine. Dozger tenê qeydên ku Orhan Gonder têde heye li dosyayê zêde kiriye. Mufetîşên îdarî qeydên girîng kom kirin û lêkolîn kirin. Lê maqamên îdarî pêdivî bi van lêkolînan nedît. Bi dehan caran me xwest van qeydan bişînin û lêkolîn bikin. lê her tim ev daxwaza me red kirin.  Der barê hatina Orhan Gonder a ji Suriyeyê û xebatên wî yên li Tirkiyeyê tu lêkolîn nehat kirin."    Erol, da zanîn ku Orhan Gonder, piştî teqînê bi hêsanî ji Amedê derketiye û çûye Dîlokê û wiha got: "Li Dîlokê demek dirêj bi telefonê hatiye guhdarkirin. Dema bi telefonê li Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê sînor Îlhami Bali digere, Midûriyeta Polîsan a Dîlokê ew zeft kirine. Piştre bi ser mala ku Orhan lê dimîne de girtine. Orhan Gonder di heman demê de faîlê bûyerên Pirsûs û Enqereyê ye jî. Di nava koma DAIŞ'ê ya Semsûrê de cih digire."     'NE TESEDUFÎ YE'    Erol, herî dawî anî ziman ku divê mirov têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê û vê bûyerê ji hev qut negire dest û wiha bi dawî kir: "Têkiliyên qirêj û mafya yên îro têne niqaşkirin xwe dispêre bûyerên 2015’an. Di sala 2015’an de rêya çareseriya Kurd a bi diyalogê girtin. Dîsa pêvajoya şer dane destpêkirin. Ev ne tesadufî ye."    MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar