Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran 2021-06-04 11:49:43   AMED - Rojnameya Welat bi manşeta"Hikûmeta Başûr axa Kurdan difiroşe dagirkeran" derket.    Rojnameya Welat îro bi manşeta "Hikûmeta Başûr axa Kurdan difiroşe dagirkeran" derket û cih da polîtîkayên PDK'ê û geşedanên li Herêma Federe a Kurdistanê.     Rojnameyê Welat di spota nûçeyê de anî ziman ku axa başûrê Kurdistanê bi hevakariya PDK’ê ji aliyê dewleta tirk ve tê talankirin û dagirkirin. Rojnameyê nûçeya Rojnameger Erdogan Altan derxist pêş û wiha nivîsî. "Altan diyar kir ku sefîrê dewleta tirk ê Hewlêrê Hakan Karaçay Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî agahdar kiriye û wiha gotiye: 'Ew erdên ku em lê ne me ew kirîne. Li ser erdên ku me kirîne, em daran dibirin û rê çêdikin.' Altan got ku operasyonên li herêmê di hevdîtinên navbera Enqere û Hewlêrê de hatine plankirin û Serokwezîrê Hikûmeta Başûr Mesrûr Barzanî jî ev pejirandiye û ji bo birêvebirina vê planê jî endamê Polîtburoya PDK’ê Alî Ewnî hatiye peywirdarkirin. Erdogan Altan bal kişand ser polîtîkaya Israîlê ku erdê Filistînê kirrîbû û dû re dagir kiribû û da zanîn ku li başûrê Kurdistanê jî heman polîtîka pêk tê."