Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin 2021-06-04 09:53:10   SILÊMANÎ - Endam û berpirsên rêxistinên civaka sivîl ên Silêmaniyê talankirina daristanên Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin, wek enfalek nû bi navkirin û gotin: "Divê hemû alî û saziyên peywendîdar di nava hemahengiyê de li dijî van êriş û talankariya dewleta Tirk rabin."    Nerazîbûnên li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê ku Tirkiye pêktîne, her ku diçe berfireh dibe. Endam û berpirsên rêxistinên civaka sivîl ên Silêmaniyê bi rêya Ajansa Rojnews’ê nerazîbûna xwe ya li dijî vê talankariya Tirkiyeyê anîn ziman.    Serokê Rêxistina Komelayetî Hejîn Ebdullah Necim: Tişta ku dewleta Tirk dike, dijminahî û ne mirovaneye. Ev qirkirina mirovahiyê ye, ji berku birîna daran jiyana ajel û mirovan têkdide. Xwezaya welat xeradike û ev jî enfalek nû bi şêwazek nû tê kirine.   Welati Ebdullah Necim: Birîna daran dibe sedem xwezaya Kurdistanê xera bibe, şaristanî lê nemîne û hişkesalî li Kurdistanê derkeve. Li gorî hemû pîvanan ev ne karek yasayî ye.   Endama Rêxistina Penay Kar Mihabad Îbrahîm: Roj bi roj êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê zêde dibin. Ji ber êrişan xwezaya Kurdistanê tê xerakirin û daristanên Kurdistanê tên talankirin.   Em dixwazin bi rêya rêxistinên civaka sivîl li dijî vê talankariyê helwest nîşandin. Ji berku em dibînin hikûmeta Herêmê bêdenge. Ji bona wê divê em xebatek ji bo pêşîlêgirtina vê talankariyê bikin ku dewleta Tirk were cezakirin.   Welatî Mihabad Îbrahîm: Sekreterê Rêxistina Kurd Law Elî Letîf: Ev êrişên dewleta Tirk metirsiyek mezin xistiye ser Herêma Kurdistanê. Ji berku birîna daristanan bandorek xirab li ser coxrafya, av hewa û ajelan jî dike. Em daxwaz ji welatiyan û aliyên peywendîdar dikin li dijî van kiryarên dewleta Tirk bi erka xwe rabin. Ji berku mijarek gelek giringe, pêwîste em yekgirtîbin daku bikarîn xwezaya xwe bi parêzîn.