Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin 2021-06-04 09:00:44 ÎZMÎR - Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Akin Bîrdal, anî ziman ku pêkanînên bêhiqûqî yên Teşkîlat-i Mahsûsayê ku di dema Îttîhat Terakkiyê de bi awayekî veşarî hatiye avakirin û girêdayî Enver Paşa bûye, dewrî Komarê hatine kirin.  Piştî rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker li xwe mikur hat, careke din têkiliya dewlet-mafya-siyasetê derket holê û cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990'î careke din bûn rojev. Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Akin Bîrdal, lixwemikurhatina Peker nirxand.    ÎTTÎHAT TERAKKΠ   Bîrdal, têkilia dewlet-mafya-siyasetê wekî pirsgirêkeke pergalê şîrove kir. Bîrdal, destnîşan kir ku pêkanînên bêhiqûqî yên Teşkîlat-i Mahsûsayê ku di dema Îttîhat Terakkiyê de bi awayekî veşarî hatiye avakirin û girêdayî Enver Paşa bûye, dewrî Komarê hatine kirin. Bîrdal, anî ziman ku îqtidar tiştên ku nikarine bikin bi rêxistinên derî hiqûqê dikin û li welatên endamên NATO'yê pergalên bêhiqûqî, darbekar û kuştinxwaz tim hene. Bîrdal, bilêv kir ku piştî ku Yekîtiya Sowyetê belav bû, hin welatên endamên NATO'yê ev pergal felişandine û got: "Yek ji welatên ku pergalên veşartî nefelişandine jî Tirkiye ye. Ev pergal carinan wekî kontrgerîlla, carinan wekî JÎTEM, carinan jî wekî Tûgaya Tolhilgirtinê ya Tirk (TÎT) tên binavkirin."    NE TIŞTEKÎ NÛ YE    Bîrdal, destnîşan kir ku pergalên derî hiqûqê û bûyerên bi vî rengî li Tirkiyeyê ne tiştine nû ne û ji roja Komar hatiye avakirin heya niha tim hene û got: "Mesela, bûyera Topal Osman, mînakên bi kuştina Alî Şukru Bey dest pê kirine hene. Kuştina Mûstafa Suphiyan, Sabahattîn Aliyan.... Mixabin hevrûbûyînek çênebû. Têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tim dewam kirine. Ji ber ku hevrûbûyîn çênebû, ev têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê wekî pêdiviyekê esas hatin girtin."    PIRSGIRÊKA KURDÎ   Bîrdal, anî ziman ku li Tirkiyeyê nepêkanîna demokrasiyê bûye hinceta van pergalên mafyayî û bal kişand ser pirsgirêka kurdî. Bîrdal, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî jî bûye hinceta pergalên mafyayî û heger neçareserî bidome dê ev pergal jî bidomin. Bîrdal, diyar kir ku israra di neçareserkirina pirsgirêka kurdî de bûye hincet ji bo nixumandina ser têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê, krîzên aborî, siyasî û civakî û got: "Di vir de maf û azadiyên di peymanên navneteweyî de hatine mîsogerkirin hemû hatine tunekirin."    Bîrdal, bal kişand ser bêdengiya tevgera civaka navnetweyî ya li hemberî van pêkanînan jî û got: "Peywira xwe naynin cî. Ji lew re Tirkiye ji bo armancên wan ên emperyal bazareke girîng e. Sedema wêrekbûyîna îqtidarên Tirkiyeyê jî ev bêdengî ye."    'DIVÊ MUXALEFET ROJEVÊ DIYAR BIKE'    Bîrdal, diyar kir ku niha halî hazir li Tirkiyeya heyî rêvebirê rêxistina sûcî ya organîzekirî Peker rojevê diyar dike û got: "Kesên doza edalet, aştî û demokrasyê dikin jî didin dû vê rojevê. Halbûkî li Tirkiyeyê hemû kevir ji binî de hejiyane; hiqûq, mekanîzmayên kontrolkirinê ên hundirîn û derve nemane. Binpêkirina mafên mirovan bi awayekî sîstematîk didomin. Di rewşeke wiha de yên rojevê diyar bikin, divê kesên li ber vê rewşê radibin bi xwe bin. Divê muxalefeta civakî hebe."    PÊVAJOYEKE TALÛKE    Bîrdal, destnîşan kir ku divê partiya muxalefeta sereke dev ji hesabê "hilbijartinê" berde û hewl bide ku dê Tirkiyeya ku hindik maye ji kendal serserî bigindire çawa xelas û got: "Tu hêvî û baweriya civakê ji bo siberojê tune ye. Rabûne ji xwe re xeyalên serokkomartiyê dikin. Dizanin divê çi bikin. Lê newêrin bikin. MUxalefet bi peywireke dîrokî re rû bi rû ye. Bi rastî jî Tirkiye heya niah bi pêvajoyeke ev qasî talûke re rû bi rû nemaye. Û muxalefet jî tu carî bi peywireke wisa re rû bi rû nemaye. Lewma divê muxalefet vê peywira xwe ya dîrokî pêk bîne."    MA / Nacî Kaya