'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine' 2021-06-04 09:00:42 ŞIRNEX - Cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyên Mêrdîn û Şirnexê tên sekinandin. Dayîka Bîşeng Hezer diyar kir ku di dîmenê hêzên dewletê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine de, li ser cenaze keça wê  muameleya li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got:" Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirin'  Endamên HPG'ê û YJA-Starê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan li morgên nexweşxaneyan tên sekinandin. Malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan dikin, bi hinceta "Testa DNA'yê derneketiye" cenazeyan nadin malbatan. Yek ji cenazeyên ku di nexweşxaneyên cuda tên sekinandin jî endamê HPG'ê Musa Anter Çatak e. Çatak di 8'ê gulanê de li Çiyayê Bagoka Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin. Endama YJA-Starê Bîşeng Hezer jî li herêma Avaşînê di 3'yê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.    Malbatan têkîldarî nedayîna cenazeyan diyar kirin ku heta cenazeyên xwe nestînin dê nesekinin.    'EM NEHÊLIN KU CENAZE LI GORISTANÊN BÊKESAN WERIN VEŞARTIN'    Dayîka Bîşeng Hezer, Ayşe Hezer anî ziman ku wê di televîzyonê de ditiye ku keça wê jiyana xwe ji dest daye û got ku li tevî hemû hewledanan cenazeyê keça wê radestî wê nekirine û wiha behs kir: "Min bi rêya televîzyonê dît ku keça min şehîd ketiye. Li gel vê agahiyê ez pir êşiyam. Bangawaziya min ji hemû dayikên ku benda cenazeyên zarokên xwe re heye, bila bên em bi hevre cenazeyên xwe bistînin. Bila nehêlin ku cenazeyên zarokên me di goristanên bêkesan de bên definkirin."    'CENAZEYÊ KEÇA MIN TAZÎ KIRIN E Û LI ERDÊ KAŞ KIRIN E'    Hezer da zanîn ku piştî ku keça wê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dide, leşker têlek bi stûyê ve girêdane û û bi erdê re kaş kirine û wiha domand: "Erê we kuşt, ma hûn çima cenazeyan xera dikin? Piştî ku keça min dikujin, tazî dikin û bi erdê re kaş dikin, wan bi xwe li  ser hesabên xwe yên civakî parve kiribûn. Hemû heval û hogiran ev dîmen temaşekiri bûn, lê nîşanî min nedan. Min çawa dîmenê wê dît,min keça xwe nas kir. Dîmen nîşanî min nedan. Min tenê stûyê wê dît. Stûyê wê reş û şîn bûbû. Cihê têlekê bû. Pişt re min berê xwe da Nexweşxaneya Şirnexê. Ez çûm, min li wir pirs kir. Lê ji min re gotin, tu cenaze tune ne. Min got ez xwîn bidim, lê nehiştin ku ez xwîn jî bidim. Parêzerê me yê malbatê ji dozgeriyê re jî got, 'Heger cenaze tune be jî pêwîste hûn xwîna dayîkê bigirin'. Me daxwazname da û xwîn girt. Wan ji me re got di nexweşxaneyê de cenaze tune ye, lê xebatkarên morgê gotin di nexweşxaneyê de tije cenaze hene. Min kir û nekir nîşanî min nedan. Bi şîn, girî û qehra xwe ez vegeriyam mala xwe. Bila her dayîk cenazeyê zarokê xwe bipirse. Herkes dizane ku keça min û hevalên wê piştî ku bi kîmyasalê hatine kuştin bi şelîte erdê kaşkirine. Weke ku di dîmen de jî xuyaye di cenazeyan de gule tune ye. Ma wîjdana we, exleqê we tune ye?  Hûn çima cenazeyê me nadin me? Cenazeyên me bidin me."    XWÎN DANE LÊ ENCAM NEGIRTINE    Bavê Musa Anter Çatak, Saît Çatak jî diyar kir ku ev meheke cenazeyê kurê wî radestî wî nekirine û wiha axivî: "Lawê min di 8'ê gulanê de li herêma Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Leşker li min geriyan û gotin 'cenazeyê lawê te li Mêrdînê ye were xwîn bide'. Ez û dayîka wî çûn Mêrdînê û me xwîn da."   'CENAZE NAYÊN NASKIRIN'    Çatak anî ziman ku ew dixwazin ku demildest cenazeyê kurê xwe bistînin û got: "Rojek berî rojekî em dixwazin cenazeyê xwe bistînin. Qet dibe ku em xwe ker bikin û cenazeyê xwe nestînin? Bi riya parezeran me xwest ku em cenazeyî bibînin, lê dozgeriyê got cenaze nayên naskirin û ji ber wê jî ev daxwaziya me hat red kirin. Li tevî kurê min niha 3 cenaze di nexweşxaneya Mêrdînê de tên sekinandin. Em dixwazin ku cenazeyên me radestî me bikin. Salek jî li ser derbas bibe, heta ku em cenazeyê kurê xwe nestînin, em ê nesekînin."