HDP’ê Yenî Şafakê derewand 2021-06-03 14:02:29   WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, bertek nîşanî nûçeya Yenî Şafakê ku gotibû "Şaredariya HDP’ê projeya parzînê betal kiriye" da û anî ziman ku nûçe rast nîne.    Emîne Erdogan û Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Mûrat Kûrûm, duh hatibûn Wanê û Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayiyên Biyolojîk a Navendî lêkolîn kiribûn. Rojnameya Yenî Şafakê ku têkildarî vê serdanê nûçeyek derbas kir, angaşt kir ku piştî HDP’ê Şaredariya Wanê bi dest xistiye projeya tesîsê betal kiriye. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bertek nîşanî vê nûçeyê da û diyar kir ku nûçe rast nîne.    ‘BANKEYA BAJARAN BUTÇE NEDA’   Avci, diyar kir ku projeya tesîsê di serdema Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin de hatiye çêkirin û anî ziman ku piştî ew hatine ser peywîrê ewilî çêkirina tesîsê girtine dest. Avci, destnîşan kir ku ji bo çêkirina tesîsê Bankeya Bajaran butçeyê nedaye wan û wiha got: “Ji bo ku ew proje bikeve meriyetê û xizmeta gelê Wanê bike, tişta ji destê me hat me kir. 4 meh in ku em li ser peywîrê man me li ber xwe da. Ketina meriyetê ya tesîsê wê ji bo gelê Wanê baş be. Em li dijî vê nesikinîn û nasekinin. Ji ber vê yekê derew û bêbêxtiyên çapemeniya desthilatê aîdî wan e.”