Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine 2021-06-03 10:23:37   MÊRDÎN – Derket holê ku malbatên kartol û pîvazên Wezareta Daristan û Çandiniyê belav dikir qebûl nekirine jî weke ku dabine wan derbasî qeydan kirine.      Ofisa Berhemên Erd a Wezareta Daristan û Çandiniyê, di meha nîsanê de kartol û pîvazên ji cotkaran kirîbû û li tax û gundan li gel belav kiribû. Burokratên hikûmetê vê belavkirinê bi merasîm pêk anîbûn û ev hatibû rexnekirin. Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekîr Pakdemîrlî, di 20’ê nîsanê de daxuyandibû ku li 81 bajaran 40 hezar ton kartol û pîvaz belav kirine.   Bi awayekî fermî nehat ragihandin ku ev kartol û pîvaz yekûn li çend malbatan hatine belavkirin. Di qeydan de nelirêtî derketin holê. Yek ji navendên ku kartol û pîvaz lê hatin belavkirin navçeya Qoser a Mêrdînê bû. Li navçeyê hin welatiyên ku li ser pergala e-devletê agahiyên alîkariyê lêkolîn kirin, dîtin ku li ser navê wan hatiye qeydkirin ku alîkariya kartol û pîvaz ji wan re hatiye kirin.      ‘JI BO ZÊDE NÎŞAN BIDIN’   Welatiyê bi navê S.K. ku alîkarî li ser navê wî hatiye qeydkirin, da zanîn ku bi pîşadî pê hesiyaye ku li ser e-devletê jê re alîkarî hatiye kirin û wiha got: “Me bi tu awayî qebûl nekir ku alîkarî ji me re alîkarî bê kirin.  Bi vê rêbazê armanc kirine ku hejmarê kesên alîkariya wan kirine zêde nîşan bidin. Rexmî ku me alîkarî qebûl nekiriye jî weke ku ji me re alîkarî hatibe kirin hatiye nîşandan.  Vê qeydkirinê sextekarî ye. Dewlet bi destê xwe di belgenameyên fermî de sextekariyê dike. Ez ê îttîraz bikim û qeydê sererast bikim.”