Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da 2021-06-03 09:22:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Sazûmankarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.    Sazûmankarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik duh êvarê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hunermend Ferhat Tunç mirina Saltik ragihand û got: "Min bihîst ku xwediyê Kalan Muzîkê û hembajariyê me Hasan Saltik ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Sersaxiyê ji malbata Saltik û hezkiriyên wî rî dixwazim."    Hasan Saltik di sala 1964'an de li Dersimê ji dayik bûye. Di sala 1992'yan de jî şîrketa muzîkê Kalan Muzîk ava dike. Li Stenbolê dima û xebatên xwe yên muzîkê û arşîviya muzîkê li wir birêve dibir.