Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin 2021-06-03 09:14:17 AMED - Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, ji bo tevlêbûna mîtînga zimanê Kurdî ku di pêşengiya Tora Çand û Ziman de li Amedê di 7'ê Hezîranê de bê li darxistin bang li hemû kesan kir û xwest her kes ji bo parastina ziman tev li mîtîngê bibin. Elmas Kan got: "Ziman, çand û dîroka kurd tê tunekirin. Ji bo parastina çand û ziman divê em dakevin qadên mîtingê."    Tora Çand û Ziman ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 21'ê Sibatê de kampanya dabûn destpêkirin. Xebatên Tora Çand û Ziman a ji bo parastina ziman didome. Tora Çand û Zimanê Kurdî niha ji li Cizîr, Wan û Amedê mîtîngan li dar dixe. Tora çand û ziman dê di 7'ê Hezîranê saet di 16.0'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixe. Dê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Akdag, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) Şilan Elmas Kan, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizirî di mitîngê de axaftinan bikin.  Dîsa dê Koma Dengê Jinên Azad, Mehmet Atli û Koma Dicle-Fırat derkevin ser dikê û stranan bêjin.    'EM Ê SALA 2021'AN BIKIN SALA ZIMANÊ KURDΠ   Hevseroka MED-DER'ê û di heman demê de Sekretara Tora Çand û Ziman Şilan Elmas Kan, anî ziman ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê dê di 7'ê Hezîranê de li Amedê mîtingê li dar bixin û wiha got: "Me bi coşek mezin kampanya îmzeyan da destpêkirin. Em ê sala 2021'an bikin sala zimanê Kurdî. Em ê mîtîgê di 7'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê li dar bixin. Em ê dîsa li vir îmzeyan kom bikin.    EM BANG LI GUND, NAVÇE Û BAJARAN DIKIN   Kan, anî ziman ku ji bo tevlêbûna mîtîngê hemû sazî û rêxistinên bajar ziyaret kirin û xwestin hemû sazî erk û berpirsiyariye bidin ser xwe. Em hemû gund, navçe û bajarên der û dorê dawetî mîtîngê dikin. Em li bazaran dixwazin ku her kes li ser dezgehên xwe navê sebze û teamên xwe bi kurdî binivîsin. Em ê bang li gelê xwe bikin ku bi girseyi tev li mitîngê bibin. Em ê bi pankart û dowîzan tev li mîtîngê bibin û daxwazên xwe bînin ziman.    Kan, anî ziman ku wan ji bo mîtîngê serî li Walîtiya Amedê daye û wiha axivî: "Heta niha li Tirkiyeyê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê nehatiye qebûlkirin. Li saziyên fermî Kurdî tune ye. Dema me şaredarî bi dest xistin, di Kurdî de hin pêşketin çêbû. Dibistanên Kurdî hatin vekirin. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin û dibistanên Kurdi girtin, zextên li ser ziman dîsa zêde bûn.    Kan, anî ziman ku dê li aliyekî mîtîngan li dar bixin û li aliyê din di her alî de bi partî, komele û rêxistinên civakî re xebatê ji bo pêşxistina ziman berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Kampanya me ya "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî" dê bidome. Dê li ser ziman xebatê me yên perwerdhiyê bên li dar xistin. Em ê li gundan bi zarokan re şahiyan li dar bixin."    EM LI ZIMAN XWEDÎ DERKEVIN   Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li zimanê xwe xxwedî derkevin û tev li mîtîngê bibin. Divê gelê Kurd ji bo parastin û pêşxistina ziman bêtir têbikoşe. Bi girseyî tev li mîtînga 7'ê Hezîranê bibin."