Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê 2021-06-03 09:03:29 ENQERE - Derbarê 10 parlementerên HDP'î de bi hinceta serdana esnafan kirine û xwestine bi girseyê re bimeşin, fezleke hatin amadekirin.  Di 27'ê Gulanê de derbarê 10 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 10 fezlekeyên nû berpêşî meclîsê hatin kirin. Derket holê ku fezleke ji ber daxuyanî û bangawaziyan hatine amadekirin.    Bangawaziya ji bo protestokirina qeyûmên di sala 2019'an de hatin tayinkirin û protestokirina "Tevgera Kaniya Aştiyê" bûne mijarên fezlekeyê. Di 23'yê Cotmeha 2019'an de di dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî de ji bo çalakiya "em li dijî dagirkerî û xespê rabin" bangawazî hatibû kirin û daxuyaniya ku hatibû xwestin li Amedê li ber AZC Plazayê bê kirin, lê ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin, bûn mijara fezlekeyê.   Di heman fezlekeyê de serdana esnafan jî bû mijara fezlekeyê ku Temellî parlementeran di 24'ê Cotmehê de serdana esnafan û gel kiribû. Her wiha meşa parlementeran a bi girseyê re jî bû mijara fezlekeyê.    Parlementerên derbarê wan de fezleke hatine amadekirin ev in: “Necdet Îpekyuz, Serpîl Kemalbay, Mûazzez Orhan, Saît Dede, Celadet Gaydali, Kemal Pekoz, Mahmût Togrûl, Erdal Aydemîr, Remziye Tosûn, Şevîn Coşkûn.”