Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin 2021-06-03 09:03:24 ŞIRNEX – Welatiyê bi navê Îbrahîm Acar ku piştî 20 salan cara yekemîn li herêma Bilbil a Şirnexê dest bi çandiniyê kiriye, got ku gelek kêfxweşe li ser xaka xwe çandiniyê dike. Lİ herêma Bilbil a Şirnexê ku dikeve navbera çiyayên Cûdî û Bestayê piştî 20 salan cara yekemîn çandinî hat kirin. Îbrahîm Acar (55) ku li gund dest bi çandiniyê kiriye, der barê vegera xwe ya gund û çandiniya ku dike de axivî. Acar, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê div ê pêvajoyê de tişta ku herî zêde ji mirova baş tê mijulbûna bi axê re ye.    KORONA BERÊ WAN DAYE AXÊ   Acar, da zanîn ku beriya 20 salan ji gundê xwe derketine û ji ber vîrûsa koronayê îsal careke din li gundê xwe vegeriyane û wiha got: “Ji ber şewba koronayê ya li welat belav bû, em di mal de dîlgirtî man û me berê xwe da axa xwe. Ji ber ku em di mal de man, karê me jî sekinî û qrîza aborî kurtir bû. Me jî xwest ku careke din berê xwe bidin warê bav û kalên xwe. Ez her roj têm avdaniyê dikim. Me di zeviyê de guz, firîngî, xiyar û pîvaz çandine. Ji bo ku em bikaribin debara xwe bikin û hem jî ji vê nexweşiyê xwe biparêzin me berê xwe da Bilbilê.”   'ÇANDINÎ MIN KÊFXWEŞ DIKE'    Acar, destnîşan kir ku bi vîrûsa koronayê re qedr û qîmetê gelek tiştan hatiye hînkirin axaftina bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo ku em bikaribin bên herêmê destûr dixwazin. Çandinî kêfxweşiyê dide me. Li vir hewayê paqij heye û nexweşî li vir tune ye. Mirov li metrepolan asê mane. Heger van qedexeyan rakin, bihêlin ku xelk berê xwe bide gundên xwe dê çandinî çêbibe û aborî jî xurt bibe. Lê mixabin derfet kêm in.”   MA / Zeynep Dûrgût