Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive 2021-06-02 11:32:06   NAVENDA NÛÇEYAN – KNK, hevdîtinên xwe yên ji bo yekitiya neteweyî û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê didomîne û bi nûnerên 5 partiyên siyasî yên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.    Şandeyeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, Zeyneb Mustefa, Raman Mecîd û Bêkes Qadir pêk tê, ji bo nirxandina yekitiya neteweyî û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê hat serdana Herêma Kurdistanê. Heyetê duh bi nûnerên Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Nifşê Nû yên li Parlementoya Herêma Kurdistanê re civiya.   ‘BIRÎNA DARAN ENCAMA DAGIRKERIYÊ YE’   Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, der barê naveroka civînan de ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku der heqê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê axivîne û wiha got: “Hewldan hene ku parlemento li ser mijara dagirkeriyê bicive û bikare li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe. Hinek alî hewl didin tenê mijara birîna daran bikin rojevê, lê divê were zanîn birîna daran û şewitandina xwezaya Kurdistanê di encama dagirkeriyê de tê kirin. Pêwîste li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwestek aşkera hebe û parlemento bikaribe li ser asta navnetewî li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe.”