ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-02 09:00:21 * Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan greva birçîbûnê ya li girtîgehan nirxand û destnîşan kir ku wextê Ocalan diaxive civak bêhnek fireh distîne û tecrîd jî dibe sedema gelek krîzan.  * Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo mitînga Amedê serî li walîtiyê da. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Hazim Bozkûrt, anî ziman ku armanca wan bi mitîngê kampanyaya îmzeyê bigihê armanca xwe.    *  Li Rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiya di çarçoveya kampanyeya ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî hatibû destpêkirin de berdewam dike. Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz got ji bo zimanê kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be.    * Pirtûka Gulçîçeka Dilan ku ji 33 çîrokên herêma Xerzanê pêk tên û nivîskarê wê Abdurrakîp Yuksekbag e, amadekariya çapa 3'emîn dike. Çapa 1'emîn a pirtûkê ku ji Weşanên Payîzê derket û di nava 20 rojan de qediya.    * Dadgehê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser bi hinceta ku bajarê wî nêzî sînor e girtiye. Parêzer Sedat Kûla bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Yanî muwekîl li Stenbol, Enqere an jî li Kayseriyê bijiya, dê nehata girtin?"    * Bager Çîçek ku li Baxçeyê Hewselê tûyan berhev dike, diyar kir ku rojê nêzî 40 kîlo tû berhev dike û got: "Em 2 rojan carekê tên berhev dikin. Em ên eciqandî jî yan hişk dikin an jî dikin dims."    *  Li Rihayê ku ji sedî 10'ê genim, ji sedî 15'ê ceh û ji sedî 37'ê nîskên sor ên Tirkiyeyê lê şîn tên, niha ji ber ziwabûnê rêjeya zadê wê ji sedî 30 kêm bûye.    * Girtî Ayşe Topçû ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de dimîne, ragihand ku di dema çûna nexweşxaneyê de zehmetiyê dikişînin, ew û girtiyên din nikarin biçin cem hev du, kargoyên wan dereng teslîmî wan dikin û nameyên wan tên sansurkirin.    * Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê ji bo kana mermeran bê çêkirin axurên gundiyan hatibûn xerakirin. Welatiyên ku axurên wan hatin xerakirin gotin: "Ji bo şîrketekê gundekî paşguh dikin. Ev gund ê me ye."    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 86'emîn de berdewam bike.    * Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û ajokarê wî Mehmet Ayyildiz ên 27 sal berê li Rihayê hatibûn qetilkirin wê li ser gorên xwe werin bibîranîn. (10.30)    * Mehmet Ayavalitaş ê di çalakiya Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest da wê li li ser gora xwe ya li Çekmekoya Stenbolê were bibîranîn. (11.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê di çarçoveya kampanya "Ji Xizaniya Jinan Re Na" serdana karkerên tekstîl û baxçeyan ên li Dersimê bikin. (12.00-15.00)   * Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî mitîngên ziman ên li Amed, Cizîr û Wanê wê li avahiya Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Colemêrgê wê li ber avahiya HDP'a Geverê têkildarî bûyerên destdirêjiyê yên demên dawî û fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyaniya bide çapemeniyê. (14.30)