Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin 2021-06-01 13:43:01   SÊRT – Sêyemîn danişîna doza çawişê pispor ê tecawizkar Mûsa Orhan ku dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedema întiharkirna wê hat dîtin û dîsa nehat girtin.   Sala borî çawişê pispor ê tecawizkar Mûsa Orhan, li Sêrtê bi rojan keça ciwan Îpek Er desteser kiribû û dest dirêjî wê kiribû. Ji ber vê desteserkirin û destfirêjiya Orhan a li hemberî xwe Er dawî li jiyana xwe anîbû. Sêyemîn danişîna doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” li çawişê pispor ê tecawizkar Orhan hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Girana Sêrtê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza girtinê ya ji bo Orhan careke din red kir û danişînê taloqî 16’ê îlonê kir.