Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin 2021-06-01 12:03:17   ENQERE - Tê payîn 8 endam û rêveberên SES’ê ku Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî di nav de bînin Edliyeya Enqereyê. Polîsan daxuyaniya ku endamên û rêveberên SES'ê xwestin li dijî binçavkirina hevalên xwe bidin asteng kirin.    Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabey jî di nav de û 8 endam û rêveberên sendîkayê di 25'ê gulanê de hatibûn binçavkirin. Endam û rêveberên SES'ê ji wê rojê ve li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de ne. Tê payîn ku îro ji bo îfade bidin dozgeriyê wan bibin Edliyeya Enqereyê.    Beriya yên di binçavan de bînin edliyeyê, endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û SES’ê hatin pêş Edliyeya Enqereyê û xwestin bi beşdariya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Habîp Eksîk û Serpîl Kemalbay daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan daxuyanî asteng kir. Polîsan rojnamevanên ku xwestin biçin pêş edliyeyê dîmen û wêneyan bigirin jî bi gotina “Di mijarên têkildarê darazê de daxuyaniyê bidin qedexe ye” asteng kirin.    Koma ku parlementer jî di nav de ketin avahiya edliyeyê û li benda îfade wergirtina dozgeriyê disekinin. Ji ber biryara veşartî ya li ser dosyayê nehat zanîn ku endam û rêveberên SES’ê ji bo çi hatine binçavkirin.    Navên kesên di bin çavan de wiha ne:  Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya serdema beriya niha Gonul Erden, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên SES'ê yên berê Fîkret Çalagan, Belkiz Yûrtsever, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun, Rêvebera Şaxa SES’ê ya Enqereyê ya berê Rona Temellî, Erdal Tûran û endamê SES'ê yê teqewîtbûyî Ramazan Taş.