Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn 2021-06-01 10:07:56   RIHA - Bi ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz re 27 sal derbas bûn. Hevjîna Melîk Senay Melîk, got: “Bi nirxên ku di dilê xwe yê wêrek û xweşik de digirtin, her tim di jiyan û hafizeya me de cih girt.”     Siyasetmedarê Kurd Muhsûn Melîk û rê hevalê wî Mehmet Ayyidiz, li Rihayê di 2’yê Hezîrana 1994’an de, di encama êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da bûn. Bi ser qetilkirina Melîk û hevalê wî Ayyildiz re 27 sal derbas bûn. Melîk ê di êrişê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê got ku “Kesên gule berdan me, di nava polîsên sivîl ên berê em şopandibûn de, cih digirtin.” Her çiqasî ev peyva Melîk derbasî girtekan bû jî, di nava 27 salên derbasbûyî de, tu pêşketin çênebûne û lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû vekirin jî bi hinceta “kiryar ne diyar” kirin refên bi toz de.   Hevjîna Melîk Senay Melîk, di salvegera qetilkirina hevjîna xwe de axivî û behsa serpêhatiya xwe kir.   ‘DI XIZMETA DU GELAN DE BÛ’   Senay Melîk, diyar kir ku hevjînê wê her tim ligel rastiyê bû û wiha axivî: “Bi taybetî pirsgirên herêma xwe ji nêz ve dişopandin. Tevahiya jiyana xwe, xizmeta dostantiya gelên Kurd û Tirk, wekheviya du gelan kir. Xelkê bawerî pê dianî û dihat heskirin. Mirovekî hevsengiya siyaseta demokratîk dikir. Di biryarên xwe de zalal bû. Tu carî dû dilî nêz ne dibû. Di şertên zor de jî, biryarên tam digirtin.”   JI BER ÎFADEYEKÊ BI TENÊ HAT GIRTIN   Melîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di dema ku di Endezyarê Sereke yê Miduriyeta Herêm a Kooperatîfan a Amedê de, dixebitî ji ber îfadeya kesekê di sala 1984’an de hat binçavkirin û 40 rojin di girtîgehê girtin. Melîk piştî 40 rojan hat berdan û wî sîrgûnê Çankiriyê klirin. Hevjînê min li vê derê îstîfa kir û cardin vegeriya Amedê. Li vê derê şirketek taybet vekir. Piştî demekê dîsa vegeriya Rihayê. Li aliyekê xebatên xwe yên pîşeyî dikir û li aliyê din xebatên xwe yên bi avakirinên civakên sivîl re dewam dikirin.”   ‘PIŞTÎ HAT QETILKIRIN, CEZA LÊ BIRÎN’   Melîk, da zanîn ku ji ber axaftineke di Kongreya Giştî ya HEP’ê de kiribû doz lê hatibû vekirin û wiha pê de çû: “Piştî ku Muhsîn jiyana xwe ji dest da, 2 sal şûnde ceza lê birîn. Beşdarî merasîma cenazayê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin bibû. Li wê derê hat binçavkirin. Wî derxistin dadgehê û kirin girtîgehê. Li vê derê 3 mehan di girtîgehê de ma. Bêguman dibin çavan de îşkenceyên giran lê kiribûn. Piştî ji girtîgehê derket, ji tifaqa HEP-SHP’ê li Rihayê ji bo parlamenteriyê bû namzet. Ligel ku dengek mezin girtî, bi 130 dengan nekarî benda herêmê derbas bike û bibe parlamenter. Dûre dîsa fikir û ramana xwe ya siyasî bi Serokatiya HEP’ê ya Rihayê dewam kir. Piştî avakirina HADEP’ê, demek kurt hat qetilkirin.”    JI WALIYÊ RE RADIGIHÎNE KU TÊ TEHDÎTKIRIN   Melîk, dest nîşan kir ku berî bê qetilkirin 3 salan, hertim dihat şopandin û wiha bilêv kir: “Her tim wî dişopandin û gef lê dixwarin. Êdî ev bibû awayekê jiyana me. Digot telefona wî tê guhdarkirin. Rojekê wesayîtek Torosa spî hewl dide, wî rawestîne. Lê ew qet wesayîta xwe na rawestîne û berê xwe dide baxçeyê xwe yê Xizmeta Gund. Li walî digere û radigihîne ku tê tehdîtkirin û ewlekariya canê wî tuneye. Bi vî awayî gelek caran hewl dan wî bi revînin. Muhsîn di ferqa her tiştî de bû. Lê tu carî dest ji xizmeta gel berneda. Ajokarê wesayîtê Mehmet Ayildiz ê bi hevjînê min re hat qetilkirin, pir ji hevjînê min hes dikir. Mirovek pir baş bû. Ji Muhsûn qet dûr ne diket. Wî jî dizanîbû ku her tim hevjînê min tê tehdîtkirin. Ligel vê jî bi wî re dixebitî. Hevaltiya wan pir baş bû. Rêhevalên hev bûn.”    ‘YÊN KU GULE BERDAN MIN POLÎS BÛN’   Melîk, derbarê roja qetilkirina hevjînê xwe de, wiha axivî: “Buroya wî li navenda bajêr bû. Di navbera mal û buroya wî de 3 avahî hebûn. Ji ber ku dihat şopandin her tim bi wesayîta xwe diçû buroyê. Serê sibê saet 9.00’an ji bo biçe buroya xwe dikeve rê. Li ber buroyê, bi awayekê çep rast guleyan berdidinê. Mehmet li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Muhsîn jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Li nexweşxaneyê ji kesên derdora xwe re dibêje, ‘Kesên gule berdan min, di nava polîsên sîvîl ên ez demek dirêj şopandim de cih digirin. Vê axaftina wî derbasî girtekan jî dikin. Ez wê demê li dibistanê bûm. Hevala min ji min re got ku hevjînê te qezaya trafîqê derbas kiriye. Lê min jê re got, ‘na wî qeza nekiriye, lêxistine.’ Heya ku ez gehiştim nexweşxanê jiyana xwe ji dest da bû.”   27 SALIN FAÎLÊN WÎ NAYIN DÎTIN   Hevjîna Melîk Senay Melîk, bi bîr xist ku 27 salan têkoşîna edaletê dide û wiha bi dawî kir: “Me serî li hemû rêyên darazê da. Herî dawî min serî li Dadgeha Bilind da. Piştî 4 salan biryara ‘nayê qebûlkirin’ hat dayîn. Binpêkirina mafê jiyanê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez ê heya dawiyê şopdarê vê dozê bim. Hevjînê min di ronahiya rojê de, li nava bajêr hat qetilkirin. 27 salin faîlên wî nayin dîtin. Roje zû ne yek dereng wê berpirsiyar bên dîtin û faîlên wî bên darizandin. Ger em îro hin nirxan diparêzin, ev di saya Muhsîn Melîk û têkoşîna wî ya demokrasiyê bû. Bi nirxên ku di dilê xwe yê wêrek û xweşik de digirtin, her tim di jiyan û hafizeya me de cih girt.”