Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan 2021-06-01 09:00:43 MÊRDÎN - Nelirêtiya Şaredariya Artûkliyê ya AKP’î ya 2020'an di raporan de hat xuyakirin. Komîsyona Venêrtina Meclisa Şaredariyê ya Artûkluyê rapor amade kir. Komisyonê di raporê de aşkere kir ku şaredariyê di lêçûnê de nelirêtî kiriye û buhayê wan bi şik û guman in.  Komîsyona Venêrtina Meclisa Şaredariyê ya Artûkluyê ya Mêrdînê rapora lêçûnên 2020'an amade kir. Rapora Komisyona  Meclîsa Şaredariyê bi yek dengî hat qebûlkirin. Komîsyonê di raporê de cih da nelirêtiyên şaredariyê. Komîsyonê da zanîn ku lêçûnên hatine kirin bi fikar û guman in. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku "Îhaleya teslîmî navnîşanê" hatiye kirin, lê rapora venêrtinê ya “Rêya temîna raste rast" hatiye dîtin. Komîsyonê, da zanîn ku şaredariyê di kirîna zêr, maske, dezenfektan, tamîra maşîneyan, amûrên paqijiyê, şuşik û gelek amûrên din de nelirêtî kiriye."   Komîsyonê da zanîn ku şaredariyê 500 caran serî li rêya "Temînkirina Raste Rast" daye û ev yek li dijî qanûna îhaleyan a 4734'an e. Komîsyonê da zanîn ku lêçûna xizmeta tamûra maşîneyan her meh herî kêm 150 hezar TL ye. komisyonê anî ziman ku ev raqan bi guman e.    Komîsyonê bibîr xist ku şaredariyê bi "Usûla Temîna Raste Rast" de di merasimê dawet û nîşaniyan de bi buhayê 96 hezar TL zêr kiriye û wiha got: "Di vê pêvajoya ku ji ber şewba vîrûsê şahî û dawet hatine qedexekirin de ev lêçûn ne pêkan e. Di 13'ê Nîsana  2020’an de 2 caran, di 8'ê Gilan, 11'ê Gulan, 14 Tebax û 1'ê Kanûna 2020'an de cuda cuda maske û dezenfektan kirîne û her care bi 481 hezar û TL kirîne. Le ev yek perçe perçe kirine û nîşan dane. Di nava salê de bi 360 hezar TL toner kirîne. Bi 151 hezar TL amûrê paqijiyê kirine. Diviya bû ku vê yekê bi îhaleya vekirî bikin, lê bi temîna raste rast pêk anîne. Ev yek li dijî zagonê ye. Dîsa şaredariyê bi 1 milyon û 920 hezar TL amûrên înşaetê û şujik kirîye. Li şuna îhaleyê bikin bi rêbaza bazarê kirîne.    DIVÊ MUFETÎŞ GAVAN BAVÊJIN   Endamên Meclîsa Şaredariya Artûklû yên HDP'î Mehmet Kaya û Renaz Aburşu, anî ziman ku bi raporê aşkere kirin ku şaredariyê nelirêtî kiriye û xwestin Mufettişên Maliyê lêkolîn bikin û hesap ji vê yekê bipirsin.    MA / Ahmet Kanbal