Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e 2021-06-01 09:00:20 WAN - Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahît Ertan ê ku îmze avêt bin danezana ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî kampanyayê wiha got: "Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe û pêvajoya çareseriyê dest pê bike, divê tecrîd bi dawî bibe. Rêya çareserî û siyaseta demokratîk Îmralî û Birêz Ocalan e."  Bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya  Asrînê û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) 770 parêzerên girêdayî 14 baroyan bi boneya parêzer karibin biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawî bibe danezanek belav kirin. Parêzeran di danezanê de diyar kirin ku dixwazin parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Yek ji parêzerên ku deklerasyon îmze kir jî Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahit Ertan e. Ertan, anî ziman ku divê hemû parêzer, parazvanên mafên demokrasî û mirovan îmze bavêje bin vê kampanyayê.    'OCALAN JI CIVAKÊ ÎZOLE KIRINE'    Ertan, anî ziman ku piştî tecrîd li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  pêş ket, li hemû girtîgehan belav bû û wiha got: "Piştî Ocalan di sala 1999'an de anîn Tirkiyeyê darizandina Ocalan dest pê kir. Ji bo hemû mafê Ocalan ê zagonî ji destê wî bigirin ew avêtin Zindana Îmraliyê. Îmralî kirin girtîgeh. Ocalan di odeyekê de bi tenê hiştin. Destûr nadin ku Ocalan bi malbatê û parêzeran re hevdîtinê bike û wî îzole dikin. Di salên 2013 û 2015'an de piçekî tecrîd rabû. Wê demê 4 girtî şandin Girtîgeha Îmraliyê. Di sala 2015'an de piştî hikûmetê dît hilbijartin kêrî wê nayê, maseya peymana Dolmabahçe xera kir. Hilbijartin betal kir û hilbijartinek pêşwext pêk anî. Tecrîda li ser Ocalan bi temamî giran kirin. Polîtîkaya tecrîda giran hêj didome. Hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo bi muvekkilê xwe re hevdîtinêbikin li dijî zagonan hatin redkirin. Tu aliyê van qedexe û astengiyên li pêş parêzeran ên hiqûqî tune ye."    'TIRKIYE ZAGONÊN XWE BINPÊ DIKE'   Ertan, anî ziman ku Tirkiye zagonên xwe binpê dike û wiha axivî: "Hem Tirkiye zagonên xwe binpê dike, hem jî rêxistinên navneteweyî vê bêhiqûqiyê tînin ziman. Ev pêvajoya li dijî hiqûqê di heman demê de siyasetê jî dixetimîne. Tecrîd, Tirkiyeyê ji welatê demokratîk û dewleta hiqûqê dûr dixe. Qeyrana aborî pêş dixe. Hemû parêzerên ku banga OHD'ê îmze kirin, dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bêne kirin. Ji bo dewleta hiqûqê vê bangê dikin. Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vekin vê gavê davêjin. Ev mijara tecrîdê tenê Tirkiyeyê eleqeder nake. Di heman demê de gelê Rojhilata Navîn jî eleqeder dike.    OHD'ê bi vê deklerasyonê hem xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, hem jî têkildarî vê mijarê daxuyanî da. Ev danezan, di heman demê de banga saziyên mafên mirovan û demokrasîyê ye. Divê partiyên siyasî yên muxalif jî guh bidin vê bangê. Divê hemû hêz û rêxistinên ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşin, li vê danezanê xwedî derkevin. Divê rê li pêş parêzeran û malbatê bê vekirin ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin."    'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'   Ertan, herî dawî destnîşan kir ku OHD bi vê bangê dixwaze ku Tirkiye bibe dewleta hiqûq û demokrasiyê û wiha bi dawî kir: "OHD, ji bo li demokrasiyê xwedî derkeve û saziyên demokratîk li Tirkiyeyê bên avakirin îmze avêt vê deklerasyonê. Niha li Tirkiyeyê rê li pêş siyasetê hatiye girtin. Dixwazin bi polîtîkayên tirsê civakê teslîm bigirin. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Rêya vekirina siyaseta demokratîk hevdîtinên bi Îmraliyê re ne. Rêya çareseriyê Birêz Ocalan û Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."