Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît 2021-06-01 09:00:15 AMED - Li gor dadgehê, nûçeya derbarê qerebalixiya di dema belavkirina kartolan de çêbû, weşaneke "rexneyeke giran dihewîne" û "dijî parastina pergala cemaweriyê" ye.  Bi daxwaza Fermandariya Cendirmeyan, Walîtiya Amedê navnîşanên URL ên bi hejmarên 29, 30, 31, 32, 33 û 34 ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) asteng kiribûn. Hincetên astengkirina van navnîşanan diyar bû. Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bi îdiaya ku nûçeyên MA'yê "propagandaya rêxistinê dikin", "dijberî Komara Tirkiyeyê dibin sedema bîrbirî û têgihaneke neyî", "yekpareyiya rêgeza gel û dewleta Komara Tirkiyeyê hedef digire" serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1'ê ya Amedê dabû û xwestibû malper bê astengkirin. Dadgehê jî navnîşanên URL yên diyarkirî asteng kirin.    'REXNEYEKE GIRAN'    Yek ji hincetên dadgehê jî nûçeya derbarê qelebalixiya di dema belavkirina kartolan de ye ku Wezareta Çandinî û Daristanê kartolên di dest hilberîneran de mabûn kiribûn û belaş belav kiribûn.    Ev kartol li navçeya Rezan a Amedê jî hatibûn belavkirin û di dema belavkirinê de qelebalixiyek mezin çêbûbû. Ajansa me jî derbarê vê de bi ser navê "Walîtiyê di qelebalixiya ji bo kartolan de gel tawanbar kir: Provakasyon" nûçeyek çêkiribû. Dadgehê vê nûçeya ajansê wekî weşaneke "rexneyeke giran dihewîne" û "dijî parastina pergala cemaweriyê ye" qebûl kir.    HINCETEK DIN JÎ RAPORA BAROYÊ YE    Her wiha Dadgeha Cezayê Sulhê, nûçeya derbarê bavê ku zaroka xwe îstismar kiribû û hatibû girtin de jî ji xwe re kir hincet. Ji xeynî vê, nûçeya derbarê rapora îşkenceya li mezrika Satî ya Sûra Amedê jî ji xwe re kir hincet. Rapor ji aliyê Baroya Amedê ve hatibû amadekirin.    Nûçeya derbarê Abdûlsittar Ozerê HPG'î de jî ji bo girtinê wekî hincet hatiye nîşandan. Wezareta Karên navxweyî daxuyandibû ku li bejahiya Licê Ozerê HPG'î di şer de jiyana xwe ji dest daye. Lê belê MA'yê jî wêneyên Ozerê HPG'î parve kiribûn ku gava hatibû zevt kirin sax bûye. Paşê hatibû aşkerekirin ku Ozer li nexweşxaneyê ye, lê dîsa jî dadgehê nûçeya MA'yê ya bi sernavê "Wezaretê got, di operasyonê de hatiye kuştin, lê wêneyên wî yên destkelemçekirî derketin holê" ji bo astengkirina navnîşana malpera ajansê kir hincet.