Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide 2021-06-01 09:00:14 ŞIRNEX - Dayîka Aştiyê Nahîde Ormanli ku 20 sal in ji bo aşitiyê têdikoşe û ji ber vê 2 caran hatiye girtin, ji bo tahde û zilma li wan hatiye kirin got: "Min û zarokên xwe dît, lê bila neviyên min nebînin."  Dayîkên Aştiyê ku ji sala 1996'an heya niha ji bo bidawîkirina şerê li Tirkiyê têdikoşin, di vê rêçê de gelek caran bi gef, zext û êrîşên dewletê re rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî Dayîkên Aşitiyê dev ji  daxwaziya xwe bernadin û ji bo aştiyeke mayinde têdikoşin. Yek ji van dayîkan jî Nahîde Ormanli ye. Ormanli, di sala 1966'an de li gundê Babika yê girêdayî navçeya Sîlopiyayê ji dayik bûye. Ormanli, di temenekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin. Piştî ku tê bajêr bi rastiya şer re rû bi rû dimîne û ji bo aşitiyeke mayînde daxilî nav xebatên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê dibe. Di  sala 2011'an de, polîs davêjin ser mala wan û wê binçav dikin. Di binçavan de îşkencê lê dikin. Paşê jî bi îdiaya "sûcê li ser navê rêxistinê" tê girtin. Piştî tê girtin, 3 kurên wê jî tên girtin. Piştî ku 2 salan di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê  de dimîne, tê berdan. Lê di sala 2017'an gava Dadgeha Bilind 4 sal û 8 meh cezayê lê hatiye birîn pesend dike, dîsa tê girtin û 6 mehan jî di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de dimîne. Piştî ku dayîka Nahîde tê berdan vê carê jî  hevserê wê Necmettîn Ormanli yê 70'ê salî jî bi heman îdiayê tê girtin û niha di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de ye.    ÎŞKENCE   Dayîka Nahîde Ormanli behsa serboriya jiyana xwe kir. Ormanli, diyar kir ku di jiyana wê de zehmetî piştî zewacê dest pê kirine û got: "Ez ji gundê Babika ji dayîk bûm. Min heta dibistana navîn xwend. Berî çêbibim 7 zarokên diya min ji ber nexweşiyên cuda jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber vê jî diya min û bavê min gelek qedir û qîmet didan min. Ez zarok bûm û haya min ji tiştekî tune bû. Carekî hatin û ji min re gotin, tu yê bizewicî. Dema ku wiha gotin, ez pir tirsiyam û min serê xwe kir bin lihêfê û min qîr da. Lê feyde nekir. Min dan. Zehmetî, piştî zewacê dest pê kir. Dema ku ez zewicîm hemû karê malê min dikir. Ji bêriyê heta paqijkirin nav malê, hema çi kar hebe min dikir. Piştî ku ez bi darê zorê hatim zewicandin, îşkence jî dest pê kir. Heta ku min zarokên xwe mezin kirin, min gelek ked da. Min zarokên xwe di nav xîzaniyê de mezin kirin. Heya niha jî dixebitim."    Ormanli, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî ku ew derbasî bajêr bûne, bi rastiya şer re rû bi rû mane. Ormanli, bilêv kir ku ji ber vê jî daxilî nav Dayîkên Aşitiyê bûye û got: "Li welat bêmafî, şer û pêvçûn hebû. Ji bo ku li hemberî şer aştiyeke mayînde, ez jî daxilî nav Meclîsa Dayîkên Aşitiyê bûm. Tenê daxwaziya me, aşitiya gelan bû. Me nexwest tu kes bimre û tu kes bi bêmafiyê re rû bi rû bimîne. Min heta vî umrî ji aşitiyê pêvetir tiştekî din daxwaz nekiriye. Di sala 2012'an de avêtin ser mala min. Ez hatim binçavkirin. Di binçavan de îşkence li min kirin. Bi çekê li pişta min xistin. Destê min ji paş de hatibûn kelemçekirin. Bi saetan ez îşkence kirim. Piştî ev qas îşkenceyê ji me re xwarin anîn. Min ji wan re got, 'We ev qas tişt anîn serê min ez ê çawa xwarina we bixwim? Ez xwarina we naxwim.' Bi dû re em birin nexweşxaneyê. Bijîşk rapora derpkirinê da, lê polîs rapor qetand. Ez qet ji wan netirsiyam. Pişt re em sewqî edliyeyê kirin û li wir jî bi îdiyeke pûç hatim girtin. Ez 2 salan di Girtîgeha Mêrdînê de mam. Ez di girtîgehê de nexweş ketim. Êş li min peyda bûn. Em nedibirîn nexweşxaneyê. Tişta ku min bi van çavên xwe dît, bila dijminê min nebîne. Ez û 3 kurên xwe di girtîgehê de bûn. Piştî 2 salan bi şûn de ez bi şev saet di 11'an de hatim berdan. Min bajêr nas nedikir û di wê saetê şevê de ez ê bi ku ve biçûma, min nedizanî. Pişt re ciwanekî ez dîtim û ez birim malê. Min 14 rojan nekarî xwarin bixwara."    'MIN Û ZAROKÊN XWE DÎT, LÊ BILA NEVIYÊN ME NEBÎNIN'    Ormanli, bilêv kir ku heya vî umrî gelek tişt dîtine, lê şert û merc çi dibin bila bibin ew ê tim doza aştiyê bike û got: "Me digot, ne bila kesek zarokê me bikuje ne jî zarokên me kesekî bikujin. Em dayîkên aştî û edeletê bûn. Me digot, bila xweşiyek bikeve dinyayê. Ez ji bo vê têkoşiyam. Lê daxwaziya aştiyê bû sedema girtina min. Di girtîgehê de min rojên gelek zor û zehmet derbas kirin. Her gav davêtin ser qawîşa me. Em nedibirin nexweşxaneyê. Rojekê ji ber xwarineke xera bûyî, em 79 kes jehrî bûn. Girtîgeh gelek zehmet bû û ez pir westandim. Min bi çavên xwe gelek tişt dîtin. Piştî qedexeya derketina derve ez dîsa hatim girtin û vê carê jî 6 mehan di girtîgehê de mam. Min dît, zarokên min jî ditin, lê bila neviyên min nebînin. Hêvî dikim ku êdî ev şer bisekinin û em aştiyê bibînin."   MA / Zeynep Durgut