Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin 2021-05-31 22:25:08   STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di bernameya çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayên Dibin Çavan de ya Navdewletî  de axivî û bal kişand ser mikurhatina Rêveberê Çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker. Buldan bang li dozgerên bi wîcdan kir û got: "Li vî welatî eger dozgerên bi wîcdan hebin, divê van cînayetan ronî bike û têkevin nava tevgerê."    Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayên Dibin Çavan de ya Navdewletî  de daxuyanî da. ÎHD'ê li ruxmê qedexeya Qeymeqamê Beyoglu dîsa li tenişta avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Dayikên Şemiyê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Parlamenterên HDP'ê, Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku sûcê hatiye kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Bi van cînayetan hiqûqa navdewletî binpê kirine. Sûc kirine. Lê em dibînin dosyayên van sûcan girtine."   BULDAN: TU XEYAL PÊK NEHATIN     Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di bernameyê de axivî û wiha got: "Em wekî xizmên windayan 26 sal in li pêş Qada Galatasarayê ji bo edalet pêş bikeve bang dikin. Lê înfazên bê daraz bi rêk û pêk didomin. Li wê qadê Dayika Berfo hebû. Li wê qadê Bav Ocak hebû. Li wê qadê malbatên gotin "Tenê hestiyê wan besî me ye" hebûn. Lê xeyalên tu kesan pêk nehat. Rêveberê Çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker li Rastiya Tirkiyeyê mukur hat. Li vî welatî eger dozgerên bi wîcdan hebin, divê van cînayetan ronî bike û têkevin nava tevgerê. Li vî welatî cînayet hene, lê lêpirsîn tune ye. Ez bang li dozgerên bi wîcdan dikim. Li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin, Divê van cînayetan ronî bikin."    Girse di bin dorpêça polîsan de belav bûn.