Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin 2021-05-31 21:27:24   AMED - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 122 kesên din bi vîrûsa corona (Covît-19 ) mirin. Heta niha 47 hezar û 527 însan bi covît-19 mirin e.      Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) 122 kesên din mirin. Di rojek dawî de 6 hezar û 493 kesên din bi şewbê ketin. Heta niha li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 kes bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) mirin. Bi tevahî 5 milyon û 249 hezar û 404 kes jî bi şewbê ketine.