Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî 2021-05-31 17:01:14       ŞIRNEX - Li gundê Gêrgundan yê Sîlopiyayê agir bi zeviya genim ket. 110 donim zevî şewitî.   Li gundê Gêrgundan yê girêdayî navçeya Sîlopiyaya Şirnexê agir bi zeviya genim ket. Nehat zanîn ku bê agir ji ber çi bi zeviyê ketiye. Welatiyan mudaxileyî şewatê kir û tefandin.    Hat ragihandin ku agir zêdetirî 110 donim zevî daye ber xwe.