Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê 2021-05-31 15:39:38   AMED - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî cardin rakirin nexweşxaneyê.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Ozkanê ku eskeran dora wî dorpêç kiribû, danê nîvro rakirin nexweşxaneyê.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û TÛAYDER'ê ji bo rewşa tenduristiya Ozkan cardin li ber çava bê girtin, di 28'ê Gulanê ser serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Piştî serlêdanê Ozkan sewqî Desteya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê hat kirin.    Ozkan, ji 17'ê Gulanê heya niha cara 7'an e sewqî nexweşxaneyê tê kirin.