Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin 2021-05-31 14:15:44     AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li girtîgehê hevdîtin bi girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan re kir. Ozkan diyar kiriye ku rewşa wî nebaş e û gotiye: "Destê min tim kelemçekirî ne."    Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, ji 17'ê Gulanê heya niha 6 caran rakirina nexeşxaneyê. Di 25'ê Gulanê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dîmenên Ozkan ên bi awayekî kelemçekirî hatibûn parvekirin û raya giştî bertekek mezin nîşan dabû.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, îro çû Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê cem Ozkan. Beşatş, diyar kir ku 20 deqeyan bi Ozkan re axiviye.   Beştaş, anî ziman ku rewşa Ozkan giran e û got: "Rewşa wî eynî wekî kesekî di beşa awarte de be. Halê wî, wekî halên dawî yên beriya mirinê bû."    TIM KELEMÇEKIRÎ YE    Beştaş, diyar kir ku gardiyanan Ozkan bi sendeleyeya biteker anîne revîrê û li wir hevdîtin bi Ozkan re kiriye. Beştaş, anî ziman ku ji ber pandemiyê li cihekî camkirî, bi telefonê bi hev re axivîne. Beştaş, destnîşan kir ku rewşa Ozkan qet nebaş e, bi zorê diaxivî û ji bo rewşa Ozkan ev tişt gotin: "Got, bi rojan e dermanan dixwe. Dermanên dixwe jî giran in. Car heye ji ber van dermanan famkorî dibe û wî tim dibin revîrê. Ozkan got, destên wî tim kelemçekirî ne, kelemçe qet nayên vekirin û li revîrê jî destên wî bi nivînê ve tên kelemçekirin."    ‘MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT'    Beştaş, anî ziman ku piştî di dema hevdîtinê de bi çavê xwe dîtiye, baş fêm kiriye ku nûçeyên derbarê Ozkan de nerast in û got: "Ji ber ku rewşa wî pir xirab bû, min nexwest zorê bidimê. Got, dê îro wî bibin nexweşxaneyê. Got, gava wî birine nexweşxaneyê dermanên wî hatine guherandin û îro çend caran tansiyona wî hatiye kontrolkirin. Ji bo derbarê wî de hin salixan bigirim, min bi qasî 20 deqeyî pê re xeber da. Bi sendelyeya biteker wî anîbûn. Lê dîsa jî nikaribû bisekine. Eynî wekî kesên di rewşa awarte de be. Halê wî wekî halên dawî yên beriya mirinê bûn. Bi zorê diaxivî. Hevalek wî li cem wî ye û ew heval pê re eleqedar dibe. Lê nizanim navê wî hevalî çi ye. Hevalê wî alîkariya wî dike, lê got nikare serê xwe bişo. Got, nikare xwarinê jî bixwe û ji ber vê bêtir nerihet dibe. Helbet wî nikaribû baş rave bike, lê tişta min fêm kir û hîn bûm bûm ev e."    ‘DIÊŞIYA'    Beştaş got: "A rast ez bi xwe jî pir êşiyam. Lê min nexwest bidim der. Gava behsa rewşa xwe dikir, hewl dida tîk bisekine. Wekî hezm nedikir, lê di warê ruhî de diêşiya. Jixwe ji liv û tevgerên wî jî dihat fêmkirin ku diêşiya. Hestiyar bû. Gelek caran destên xwe ber bi serê xwe ve bir. Berî hevdîtin biqede bi 5 deqeyan gava min jê re got, 'Bi hêviya ku em li derve hev du bibînin', destê xwe li ba kir, wekî bibêje hêviya wî tune ye."    MA / Ergîn Çaglar