Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir 2021-05-31 11:05:50   SAKARYA - Antrenorê karateyê Mûsatfa S., dest dirêjî xwendekara xwe E.D. kir. E.D. û 4 hevalên xwe giliyê antrenor kirin.    Li Sakaryayê antrenorê karateyê Mûstafa S. dest dirêjî xwendekara xwe E.D. kir. E.D., giliyê Mûstafa S. kir.    Li gor tê gotin, antrenorê karateyê Mûstafa S., di dema qedexeya derketina derve de, bi şev ji xwendekaran xwest bên qada antremanê. Ji ber ku di dema qedexeyê de wesayîtên navbajêr nedixebitîn, E.D. jî bi wesayîta antrenor hatiye qadê. Mûstafa S., hem di hundirê wesayîtê de hem jî li qada antremanê dest dirêjî E.D.yê kiriye.   E.D. ku heta demekê ji kesî re negotiye, anî ziman ku Mûstafa S., ji xeynî wê dest dirêjî 6 werzîşvanên din jî kiriye. E.D. tevî 4 hevalên xwe giliyê Mûstafa S. kir.