Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin 2021-05-31 09:07:25 WAN – Gundiyên ku ji bo kana mermer a tê xwestin bê avakirin axurên wan hatin hilweşandin, fikara dikin ku sewalên wan mirar bibin. Gundiyan, da zanîn ku çavkaniya wan a debarê sewalkarî ye û ev pirs “Em biçin kur?” kirin.  Sewalên gundiyên gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê ku ji bo kana mermer a tê xwestin li gund bê avakirin axurên wan hatin hilweşandin li derve man. Gundî ji neçarî sewalên xwe li derve didoşin û bi fikarin ku sewalên wan mirar bibin.   GUND DIKIN QURBAN   Abdulmutalîp Yuce, diyar kir li qada ku tê xwestin kan lê bê avakirin ji 26 axuran tenê 8 axur mane yên din tev hatine hilweşandin û wiha got: “Wê di nêz de wan jî hilweşînin. Sewalên me yên li ber tavê dimînin wê xesar bibînin. Heke wiha bidome wê herî kêm 50 sewal mirar bibin. Em ê perîşan bibin. Her tiştî ji destê me girtin. Gundekî qurbana şîrketekî dikin. Em edaletê dixwazin. Wiha nabe.”   ‘SEWALKARÎ DEBARA ME YE’   Sadik Bîlek jî da zanîn ku çavkaniya wan a debarê sewalkarî ye û bertekên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Axurên min tev hilweşandin. Em tev perîşan bûn. Sewalên me di destê me de man. Gundê me biçûk e. 45-50 sal in me axuran li wir çêkirine. Bi hilweşandina axurên me heqaret li me kirin. Bang li hemû rayedaran dikim: Em biçin kur? Cihekî me yê em biçinê jî tune ye. Ji ber ku li gund cih tune ye zarokên min ji neçarî li bajar bi cih bûn. Rewşa me ya em biçin bajar tune ye. Ji berk u cih tune ye em nikarin axuran jî çêbikin. Li gund 6 hezar pez heye. Tenê debara me bi sewal dibe. Tiştekî me yê din tune ye.”