Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da 2021-05-30 22:01:18   AMED – Zarokê bi navê Serhat Gunel ku ji bo soberiyan bike ket Çemê Dîcleyê bi avê re çû û jiyana xwe ji dest da. Li gundê Hecî Îsê yê navçeya Sûrê ya Amedê zarokê bi navê Serhat Gunel ku ji bo soberiyan bike ket Çemê Dîcleyê bi avê re çû û jiyana xwe ji dest da. Hevalê Gunel ê bi Gunel re agahî da malbata Gunel. Bi agahdarkirina malbatê re AFAD, ÛMKE, Cendirme, komên Tenduristiyê û Lêgerîna Binavê ya Rizgarkirinê û Polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî xebatên 3 saetan cenazeyê Gunel hat dîtin û ji çem hat derxistin.