Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2021-05-30 21:51:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Di 24 saetên dawîn de ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 933 kesên din jî pê ketin.      Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên Kovîd-19’ê parve kir. Li gorî daneyan di 24 saetên dawîn de li Tirkiyeyê 134 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 933 kesên din jî pê ketin. Hejmara qurbaniyên koronayê derketin 47 hezar û 405 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 5 milyon û 242 hezar û 911 kesan.