Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin 2021-05-30 19:41:45   EDENE – Sercan Keskînkiliç ku ji ber êrişên zayendî yên li dijî jin û zarokan hatibû binçavkirin, hat girtin.     Li Edenê, Sercan Keskînkiliç ku duh ji ber êrişên zayendî yên li dijî jin û zarokan ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin, hat girtin. Keskînkiliç, li dozgeriyê sûcdariya ku lê hatibû kirin qebûl nekir û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Nobedar hat kirin û li dadgehê hat girtin.