PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir 2021-05-30 15:43:08 NAVENDA  NÛÇEYAN - Hêzên asayîşê yên girêdayî PDK'ê meşa ciwanên "mertalên zindî" ya li dijî operasyonên TSK'ê  yên li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dewam dikin hatibû destpêkirin, asteng kirin.    Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan, li dijî operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) yên li ser herêmên Avaşin, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê ber bi herêma Behdînanê ve dest bi meşa "mertalên zindî" kirin.  Ciwanên di çarçoveya kampanyeya "Werin şerê azadiyê" de beşdarî meşê bûn, li Dêgelê ji aliyê hezên asayî yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK) ve hatin rawestandin.    Çalakvan hewl didin ku bi rêya diyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin û meşa xwe dewam bikin.