Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in 2021-05-30 14:28:29   ÇEWLÎG - Welatiyên Taxa Kultur a Çewlîgê li dijî projeya veguhestina bajar ku taxa wan tev kirine qadên şandiyê û rêyên wan hatine girtin bertekên xwe anîn ziman.    Li Taxa Kultur a Çewligê di 12'ê Mijdara 2020'an de, projeya veguhestina bajar xistin meriyetê. Ji ber projeyê hemû rê bi sac û bariyeran hatine girtin û li taxê gelek şantiye hatine avakirin. Welatî û esnef ji ber barîyer û şandiyan rêyên wan hatine girtin û nikarin biçin û bên. Welatî ji ber nêzî 6 mehin rêyên wan hatine girtin û xebatên şantiyê didomin, bertekên xwe anîn ziman.